helbest 2
الأربعاء, 27/08/2008 - 22:07
Cana min
Cana min cana min...tiwî êş û jana min
Kî zane ez kîme...bê te çiye mana min
Navê tey şêrînê...dirûv û nişana min
Dêmê sor çavê reş ...bizav û semyana min
Newrozê dirokê...xelat û sîpana min
yara dil revandî ...tiwî bêrîvana min
Destê te bernadim...li ser te fermana min
Xweş mêrim xwenda me ...qada te meydana min
Hevkarî yekîtî... rêç û dibistana min
Rizgarî azadî...evîn û peymana min
Hegurd im ez tême ...rabe gulistana min
Ahmedê şêx salih
sipas delyl
le ev cihe raste