BERIYA TE DIKIM
Pêlên şevê giran dibin
Evîna te di gêjelokên dilê min ê şeyda de dikelê
Û tu ji min dûr
Işev jî tu mêhvanê xemgîniya min î
Bi wî kenê xwe ê tolaz
Bîranînê min serav û binav dikê
Dikevim taya bêrîkirin û dîtina te
Ez bêrîya te dikim
Bêrîya wan ramûsanên şevên qedexa dikim
Bêrîya dengê te dikim
Ku di nava kûratîya wî de hemî deng hatin veşartin
Aax dil !
Çend demsal derbasbûn berî tu werê
Da di banga wî dengî de ez xwe jibîrkim
Çend hêvî li ser wê pireka dirêj
Ku dinavbera lêvê me de mirin
û çend xwezî bi bayê hesretên min
ser û binî hev dibûn
û çend ?..
û çend?..
bextê wan şevên ku demekî zimanê me bû
carekê were min hembêz bi ke
vê cemdê di singa min de bikûje
ne hêla berbanga me melûl razê..
were hestên asoya li min fereh bike
û carekî xunava evînê li min bibarîna
were em bi destê hev bigirin
û li gemya bawerîyê siwar bibin
û ber bi evînek bê sînor ve bimeşin
Bi SÎNORÎ tekçûyîne herî mezin
Ji nivîsandina Canê Omar
bê sînor î jiyane Kendal
ne gereka mirov tenê bi bereve bimeşê, belê hêjaye kû yek ji boyî wê jiyana xwe ji dest bidê.
ez kêf xweş bûm bi gotinê te ê ciwan
tu her hebî
Canê
were em bi destê hev bigirin
û li gemya bawerîyê siwar bibin
zor spas heval men
ax zimane min
bes zaneba
az le ta gohdarem[B]
Zaferîni hêja Sipas Bira
Kêf xweş bûm bi şîrove ya te.
bê sînorî serkeftineke herî mezine
evîneke bê sînor
azadîyeke bê sînor
aramîyeke bê sînor
bê sînorî mejî sax dike, dil şad dike, kêf geş dike
destên te sax bin Canê