Şevbuhêrkek helbestî Li bajarê Hesekê

2012-04-30

Di roja şemiyê 27/4/2012 de, bi amadebûna hejmarek xuya ji nivîskar û xemxurên zimanê kurdî , şevbuhêrkek  helbestî li bajarê Hesekê -taxa Miftî bi kêlîkek bêdeng li ser rewa

nên pakrewanên kurd û kurdistan û Şoreşa Sûriyê bitevayî hate lidarxistin, pişt re pêşkêşê şevbuhêrkê mamosta Salar Elo, rê da xwendina helbestan..
helbestvanên ku beşdarbûn û helbestên xwe xwendin evin:
Kabreşê Berwarî
   Berzan Faris
  Jînda Mihemed
    Hisên Şakir
   Mişe`l Osman
 Xalid Omer
Wecîha Ebdirehman
Dûv re mamosta Mehmûd Badilî û Ezîz Xemcivîn li ser pirojeya avakirina yekîtiya nivîskarên kurd axivîn û li pirsên ku hatin kirin derbarî wê de vegerandin, ku di vî alî de gavin pirr baş û çalak hatine avêtin, û dan xuyakirin ku ev yek ji çalakiyên ku nivîskarên kurd li Hesekê pê radibin û her wiha dê çalakî di warê wêjeya kurdî de berdewam be.
Li dawiyê spasî bo amadebûna Ronahî TV,  û karmendê wê birêz Dilyar Cezîrî, û bo hemî kesên ku beşdarî vê şevbuhêrkê bûn.