Fettah Timar : KURDÊ BINXETÎ HÎVYA PİŞTGİRÎYA TEMAMİYA KURDA NE

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 7 سنة 39 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 05/10/2012

 Çawa ku tê zanîn zulma  dagirkeran û hevalbendên wan li her çar perçê Kurdistanê bi heman hedefê va dihat berdewam kirinê.  Ango:  Di hemû waran de asîmîle kirin, nefî kirin, talankirina binerd û sererdî, qedexa ziman û kesayetiya kurd û kurdistanî, kujtin û çavtirsî kirin.

Lê li Binxetê ango li Kurdistana Rojava sîyaseteke gelekî cuda dihate meşandin. Her sê perçên Kurdistanê yê di,  diketin rojeva dagirkeran û hevalbendan. Serhildan li wan deveran dihatin pêkanîn, ji piştî binketîbûna kurdan komkujî dihatin meşandin, rêber dihatin darda kirinê, kurd dihatin nefî kirinê û ji ber vê jî dagirker û hevalbendan her usa dewletê dijî wan, rewşa kurdan dikirin hacetê sîyaseta xwe û li ser dewlemendiya Kurdistan û Kurdan bazara xwe dikirin. Xûna kurdan, zulm û ziordariya li ser wan dibû qurbana petrol û xazê. 

Lê Perçê Kurdistanê yê Rojava, ku bibû cîhê, xwe ji zulmê parastinê,  kurdên wê deverê bibûn malîvanên hemû welatparêzan (Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrîcan, Nureddin Zaza, M.Nurî Dersimî, Bedirxaniyan hwd.),  ji bo hemû serhildanên Kurdistanî  canê xwe û malê xwe dabûn ber xizmeta welêt(Rojhilar, Başûr, li Bakûr) tu caran, wek îro neketibûn rojeva Kurdan û dinê. Lê dîsa jî em nikarin bêjin, ku partî, rêxistinên demoratîk û sîyasetmedarên Kurd erka ku, dikeve ser milê wan tînin cîh. Dengên wan ji piştî hevdîtineke Kurdên Rojava tê bîhîstin, lê insîyatifeke wan xwe tune. 
Em kurdên Bakûrê Kurdistanê wek nimûne bêjin. Gelo ew li ser rewşa Kurdê Rojava çi dizanin. Ez qala hinek tiştên ku êdî hemû kes dizanin nakim. Gelo siyaseta Esetan li ser kurdan çi bû? Esetan bi kîjan derban sîyasetmedar û partiyên Kurdan dabûn bin zexta xwe? Esetan bi bûyera sinema Amûdê va  ji kurdan ra çi got? Girtiyên bê îfade, an jî yên ku di hepsê da agir berdanê û şewitandin! Ji xêncî hinek sîyasetmedar û partiyan haya çend bakûriyan ji van bûyeran hebû?
Ji ber vê jî me wek Komela Piştgiriya HAK-PAR`ê û Komela HEVALTÎ e.V. Bottrop xwast ku em di vê rewşa hanê da dengekî derxin. Em dizanin hinek kesên di jî, di vî warî da dinivîsin, lê me xwest ku pisporekî ji wî beşî, her usa kesekî ku di nava kar û xebata sîyasî da rola xwe, li ser navê Encumana Niştimanî dileyize, di hevdîtinên Amerîkayê û Hewlêrê de beşdar bûye, me û beşdaran agadar bike. Ji ber vê jî me, ji bo 30.09.2012 an Berêz Dr. Kamiran Hecî Ebdo vexwand konferansekê. 
Di vê konferansê da dîsa hate dîtin, ku piraniya kurdan tenha beşa ku ew jê hatine, an jî tenha ola xwe difikirin. Ku babet ne beşa wan be an jî ne ola wan be beşdar nabin.  Ya di jî ku partiya wan amade nekiribe dîsa gelekî giringiyê nadinê.  Em hemû kesên ku, di nava sîyasetê da ne, baş dizanin û her tim dibêjin „Pêdiviya yekitiya Kurdan heye, divê hemû kurd dest bidin hev“.  Lê di pratîkê da rewş qet jî ne usa ye.  Ji ber ku, di vê semînerê da dîsa hate dîtinê.  Beştar, ji nîvî zêdetir dîsa Rojavayî xwe bûn.  Ya rastî me ev konferansa ji bo ne Rajavayîya amade kiribû. 
Dr. Kmiran dîroka sîyaseta rejîma Esetan gelek baş raxist ber çavan û zulm û zordariya ku li ser kurdan hatiye meşandin raxist ber çavan. Her usa pek hatina ENKS tev xebata partiyan, encamên hevdîtinên Hewlêrê û gavên ku di pratîkê da têne avîtinê û astenîyê  heyî  jî anîn ser ziman.  Dr. Kamîran pirsgirêkên di navbera ENKS û PYD jî nirxandin.  Taybetî  jî  li ser ENKS  sekinî û got: „Me hemûyan dît ku ji piştî pêkhatina ENKS, giraniya me ya polîtik gelekî bilind tê nirxandin. Em wek alî têne pejirandinê.  Heta bêjî, wezîrê dewleta Tirk, Davutoğlu li Hewlêrê gel me rûnişt. Nêta  wî ne erênî bû, lê rûnişt. Ku yekitiya me nebûya, bawer dikim, kombûneka weha pêk nedihat. Ev jî nîşan dide, ku yekitiya me pêwistiyek e.“
Ji piştî navberê, di beşa pirs û bersivan da hinek pirs jî hatin. Nimûne: Ji bo çareser kirina  pirsa Kurdên Rojava hûn çi dixwazin ? Di hevdîtina Hewlêrê da biryarek derket holê? Bersiva Dr. Kamîran: „Belê em hemû wek hev nafikirin lê sistemeke Federatif,  ji bo çareseriyê riya here rast e. Em dikarin bêjin piranî di ser vê dîtinê ye.“
Di dawiya konferansa ku 3 saetan domand ev pirsa gotarvanê hêja hate kirin. Hûn ji me Kurdên li dervayî welêt çi hîvî dikin? Em çawa dikarin mil bidin tekoşîna  Kurdên Rojava?
Dr. Kamîran: „Rêxistinên li dervayî welat taybetî jî rêxistinên wek KOMKARê dikarin di warê diplomasiyê da alîkariyê bidin me. Hûn dikarin dan û standinên xwe da rewşê ji bo ewrupayîya û kurdan eşkere bikin. Ev karayê moral bide Kurdên Rojava. Her usa seminer, konferans, civîn, masê xwepêşandanê, sevên alîkariyê bêne amadekirinê“
Ji piştî vê bersiva daxwaziyê konferans hate dawî.
Bijî tekoşîna Birayên Rojava!
Bijî Kurd û Kurdistan
 
Fettah Timar