Nameya Tevgera Ciwanên Kurd bo Kurdistaniyan di Newroza Netewî de

2017-03-20

Newroza Kawayê hesinkar a rizgariyê pîroz be 
Newroza Mîdiyan Kurdistaniyan şahî û serkeftin û serxwebûn be ..
Dîsan agirê Newrozê tête vedan li şax û çiya û zinaran 
Pêşmergeyên qehreman rorinan kawa û kohderz û Kêxisro ber bi serxwebûnê ve diçin li
sengeran destên wan li ser tifingê û dilê wan li nik serok û serwerê gelê kurd Barzaniye..
Kurdperwerên hêja û bi rûmet..
Di vê derfeta zêrîn de ku hatiye ji gelê kurd re piştî sedê salan ji bindestiyê , mixabin destekên dagîkeran , caş û xwefiroş astengiyan çê dikin ji leheng û canfîdayên kurdistanê re ..
Îro em dibînin li Şengalê bê çi dibe bi destên gemarên PKKê û hewldana veqetandina wê ji kurdistanê dibe ..
Li Rojavayê welat ew dîsan bi rêjîma Baas a xwînmij û Beşşarê kujer re zor û sitemê li gelê me û siysetmedar û xebatkarên wî re dikin ..
Ji kuştin , revandin , surgunkirin , û zindankirinê bi rengkeî teroristî dûrî nirx û exlaqên kurdayetiyê hemî ..
Rêberatiya Qendîlê eşkere ragihîne ku dujminê dewleta kurdî ye , û ramanên kurdperweriyê ye , nave kurd û Kurdistan ji hemû rêbaz û rêxistinên ku rakiriye .. 
Di eynî dem de parastina niştecihên Xemer û baregahên Baas dike û ciwanên kurd bi xapan û leşkeriya neçar dike qurbanî rêjîma Esed li Minbic û Reqqa û Bab û Helebê …
Gelê me yê bi rûmet ..ji me hemiyan tête xwastin bi erkên xwe yên netewî rabin û parêzvaniyê di ber xaka kurdistanê de bikin û amade bin ji hilgirtina çekan re bo serxwebûn û dewletbûnê re ..
Em hemî pêşmere bin ji Rêberê gelê kurd û Kêxisroyê hemdem Mesûd Barzanî re .. ta xewnên pakrewanên kurd bi cih bînin ..
Newroz li malbatên şehîdan pîroz be 
Newroz li pêşmergeyên qehreman pîroz be 
Û li hemî kurdên bi rûmet
Desteya Şopandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd T.C.K
Qamişlo 20ê Adara 2716 K