Jiyana Siyasî û Rojnamevanî ya Mîr Celadet Bedirxan, di şevbuhêrkek rewşenbîrî de

Lêkolînvan û nîvîserê kurd (Konê Reş), di gotarkek pispor de li Hola ( Mîr Celadet Bedirxan), gotarek bi ahenga 61 salî li ser koçbûna Mîr de, bi amadebûne beşek ji siyasetmedar, rewşenbîr, piepor û rojnamevan.

Di gotara xwede Kon  jiyana Mîr bi ferehî şirovekir, li gel jiyana wî a siyasî, û paşê hat jiyana û di ware rojnamevaniyê û rewşenbîriya kurdî de.
Gotara Kon, ku piştî 61 salî ji koçbûna  Mîr cihê rêzê bû li rex peyvdaran, Mamoste Fewaz Ebdê yek ji Endamê yekîtiya nivîskarên Kurd, di peyva xwe de spasiya Kon kir li ser vê şebuhêrka nirixdar û bi rêz ku Mîrê rewşenbîriya kurd tête bi bîranîn.
Paşê Nivîskar Luqman Yûsiv, mîna F.Ebdê jî gotar kon bi rêz nirxand û giringiya guhdana û fêrbûna zimanê zikmakî wek pêngavek pêwist di vê qunaxê de anî ziman.
Rojnamevan û nivîskar Siyamend Birahîm jî, wek yek ji pisporên kurd yên ku li ser jiyana Mîr Celadet û berhemên wî guhdarbû, di peyva xwede weha got: cuqas em pesnê Mîr bidin, emê nikaribin şaxak yan beşek biçûk ji berhem û xizmeta ku pêşkêşî rewşebîrî û rojnamevanî kurd kiriye.
Siyamend dibêje ku xwedanê çapxana (Alkerem) li Şamê ji min re gotiya: Mîr Celadet mala min wêrankiriya, min jêre mamtmayî got: çima!?. Kerem weha bersiva min da û gt: Mîr ez fêrî rastiyê û qenciyê kirim.
Siyamend çend peyvên Apo Osman Sebrî jî anîn ziman derheqê Mîr de, dibêje ku Apo weha gotiye: bi xêra Mîr e bûn nivîskar û me zimanê xwe naskir.
Lewend Hisên serokê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd, ew jî spasiya Kon kir li swe vexwendinê, li gel pesindana lêkolînvan Kon ku tê naskirin li her çar parçeyên kurdistanê û li rex hemî kurdan, ku di rêza yekemîn de ye di layê lêkolînê li ser malbata Bedirxaniyan, Kon û Bedirxanî bûna mîna yek giyan, Lewend di dawiya peyva xwede spasiya birêvebirên Hola Mîr Celadet kir bi taybetî Slih Gedo sikreterê Pariya Çepa Demuqrat, û pêwistya damezrandina evan holên rewşenbîrî anî ziman.
Salih Gedo jî, spasiya Hemî beşdaran kir ji rewşenbîr û siyasetmedar  û rojnamevan, diyarkir ku ev qunax ya rewşebîr û rojnamevana ye, pêwiste bi erka xwe rabin, û çavdêrê siyasetmedaran bin, ji bo nirxandina rêveçûna wan, lê divêt arîkar bin di avakirinê de û xizmeta doza gelê Kurd de. Paşê hêja Gedo  berdewam kir û got: Ev Hola han ne ya partiya çepa Demuqrate, ne ya partiyan ne, lê em dergehên vê Holê vedikin ji rewşebîran re ku têde asteya têgihiştina rewşenbîriyê bilind û bi nirx bikin di nav xort û keçên kurdan de, ku pêşeroj ji bo wa ye, û em jî ji wan re kar û xebata xwe dikin.
Di dawiya şevbuhêrkê de Kon spasiya hemî amadebuwanan kir, spasîk taybet pêşkêşî hêja Gedo û rêvebirên Hola Mîr Celadet kir, bi taybetî peyva Gedo nîşankir ku ev Holy a rewşenbîra ye.
Qamişlo 15-7-2012 Z.
-    Şandê Malbenda Qamişlo yê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.