Pênûsa Nû hejmara 8an derket

2013-01-09

Hejmarek din tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 8an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Di hejmara 8an de çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek celebên din ên gelek nivîskaran hene, mîna lêkolînan û bîr û boçûnan.

Gelek nivîskarên mîna; Kemal Tolan, Dr. Ehmed Xelîl, Hoşeng Broka, Lewend Dalînî, Serhan Îsa, B. Cigerxwîn, û Mizgîn Hesko, û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine. Her wisa ji zargotina kurdan me çîroka ‘’Daweta Kurda’’ belav kiriye.
Me vê carê ‘’Kilasîkên kurd’’ yek ji gotarên "Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan ku di kovara "Hawar"ê de hatiye weşandin, ji we re hilbijart û xwest ji nêz ve bi we bidin nasîn.
Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve diçin, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com
08.01.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

 

المرفقالحجم
نو كردي 8.pdf‏1.11 م.بايت


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.