Lazgin dêrûnî : Nameyek vekirî ji serok Mesûd Berzanî re

2013-08-07

 Serokê hêja û bi rûmet silav û rêz

Tu ne pêdivî pesindanê yî ,tu ji danasînê dewlemendtirî û tim cihê rêz û baweriyê yî,dîroka welatparêzî û niştîmanperweriya te xwiyaye û nexasim tu kurê bavê mezin yê bi nav û deng Berzaniyê nemirî.
Ji vê yekê îro roj miletê kurd li seranserî kurdistanê bi çavekî mezin li te di nerê, omîd û hêviyên mezin bi teve girêdidin,te wek lêvegereke netewî ji xwere dibînin di vê serdemê de û bi te serbilindin.
 
Îro kurdistan bi giştî û parçê rojava bi teybetî di qûnaxeke hestiyar re û badekeke dîrokî re derbasdibê ,derfetek zêrîn û guhertinek giring li ber deriye ,îro kurdistana rojava di aloziyeke xirabdeye ,şerekî dijwar û nijadperist li hember gelê kurd dibê ji aliyên komên çete û tundire ve ,naxwazin kurd bi serkevin û bibin xwedî maf û hebun û azadî .
 
 Serokê min :Waye kar û barek dibê ji bo li darxistina kongirekî netewî kurdistanî li hewlêrê bi rêveberî û serokatiya cenabê te .hêvî û daxwaza me ji te heye û bêgoman tu karê û pêwîste ku endamên vî kongirî ne tenê ji partiyanbin , belê kesê şehreza û xwedî bîr û bawerî û welatparêz yên serbixwe jî têde peşdarbibin wek : nivîskar ,rojnamevan, rewşenbîr ,dîrokzan ,û  bê bandora partiyan werin xwestin da ev kongir nebê kongirekî partîtî û hêviya me ewe jî ku  ev xal têde werin ziman û şirovekirin û bi cî anîn:
 
1-vekirina sînorê di navbera başûr û rojavayê kurdistanê de li ber welatiyên kurdê rojava ji bo çûn û hatinê bi serbestî û azadî û ji bo alîkariyên mirovatî wek xwarin û dermanan.
2-bi tundî pest li partî û rêxistin û aliyên kurdê rojava bibê ji bo li hevkirin û yekîtiyek di navbera wan de bibê da ku karibin li ser yek helwestê rawestin û biryareke dîrokî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî li rojavayê kurdistanê di Sûriya başerojê de.
 
3-gihandina dengê kurdên rojava li cîhanê û dewletê mezin û xwedî bandor ji bo protestkirina vî şerê qirêj û nijadperist yê ku li dijî kurda tê kirin ji aliyê komên çekdar û tundire ve wek Cebhet Al nesra û yên din.
4-alîkarî û piştgirtiya kurdên rojava werê kirin ji hemî alyên kurdistanê ve û bi teybetî ji kurdistana başûr û bi teybetî bi cîkirin û guhdana kesên penaber û mişext .
 
Serokê hêja:em daxwaza serkeftinê ji wî kongirî re dikin û em bi hêvîne ku encamne bi destxitî bidê di warê piratîkê de da bibê lêvegereke giring ji bo hemî kurdan li seranserî kurdistanê .
Di dawiya vê namê de dîse silav û rêz ji bo te ey serokê hêja û her û her bimînê serok û rêber û pişt ji bo gelê kurd .
 
Bijî kurd û kurdistan 
Bijî biratiya gelan 
Bijî aştî û azadî
7/8/2013            
 


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.