كريمة رشكو : Tu bi xêr hatî Newroz

Tu bi xêr hatî Newroz
Tu li me bike pîroz
Tu bi xêr hatî
Bi rengè buharê hatî
Bi rengê jiyanê hatî
bi xemilandî hatî

Tu bi xêr hatî
Ezê ji te re  çîroka
dem û milet bêjim
Berî tu bar bikî
Dema te pişta xwe da me
û te bar kir
Beriya diwazd heyva
Felek û dewran li serê me geriya
Newroza min
Min giliyên xwe li ber xwedan kirin
Lê wî bersiva min neda
Dijmin li me bû marê reş  
Marê li bin kayê veşartî  
bira kir dozfiroş,
dost kir dijmin,
heval kir ne hevpar
Yar kir gurê har
Tu dizanî Newroza min
Jin kirin çekdar
Ew tiliyên nazik
Ew bejnên tenik
Ew riwê mîna roka kurdistan è
Ew çanê mîna heyva asîman
Ma aştî çawa dibe ceng ?
Erê newroz
bi navê Dozê
Zarok birin şer
kirin qurban  û hatin kuştin
Bi destè nenas û dijmin
Bi navê xwedan jî
Gundê me kirin piîzot û agir
derbeder kirin pîr û kal
Sêwî kirin zarokên bê guneh
Newroz
Roj li me kirin şevên reş
Bira xwîna bira kirin çem
xwîn û ax li welat ê min
Tevlihev kirin
Gelo , te ne bihîst
çawa agir berdan gundên me
bûk û zava ji hev dûrxistin
Zarok bê jiyan kirin
Te bihîst
Çawa şerê partiyan em kirin rêncber
Em bê çar kirin
Yan emê bibin xulam ' yan emê ji welat barkin
eger  em jî rêkeberiyê bikin
Bi tawana dermanên hişbirinê
Destên me kelemçe dikin
Û bêbextiyan li me dikin
Jiyan li me kirin zindan
Û zindan li me kirin goristan
Em bê xwedî ne
Milet bêdeng e ' bitirs e
Serok bê ûjdan in
Em firotin bi erzanî
Em kirin bê xwedî
Û bê xwedan
Çîrokê bighîne Kawa
Bila me bê par  nehêle
Tu bi xêr hatî kulîlka avdarê