Ronî ELÎ : Avîvana hestên penaber

 

Hîn di tîpên navê te de

Çirûska vejîna welatekî

Hêviyên min dişopîne

Hîn di boxça gotinên te de

Gelawêja evînê

Sînorê welatê min

Derbas nekiriye

De lo lo welato

Penaberin hestên ziwa

Di navbera 

Bangewaziya hembêza te

Û ahînên berbangê

Di gewriya dilê yarê de

Hîn di tîna germa havînê de

Di siha mijgulên te de 

Bi hilam honikiya dîwarekî bê pişt

Li ser sînga te

Limêj dikim

Hîn bi ava lêvên te

Li tîbûna dilê welatekî perpitî

Avîvan derdikevim

De lo lo welato

Tu hest û hinavî

Lê dil

Di çerxa evîna te de

Dîl û hevjînê yarê ye

17-4-2014