Tevgera Ciwanên Kurd Xwepêşandanek li Dêrikê lidarxist li dijî hilbijartinên serokatiyê
2014-06-05
Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Dêrikê bi rêkefta 3-6-2014an seet 11ê sibehê bi dema Qamişlo xwepêşandanek li dijî hilbijartinên serokatiyê yên ku rijêma Esed lidardixe lidarxist yên wekû sivikbûnek bi xwîna ku hatiye rijandin û wêrankirina bajaran tê naskirin.
Xweşandan ji kolana Berîdê destpê kir û berû riya Endîwerê ve çû û li nava bazara bajêr geriya ta gihişte ofîsa Tevgera Ciwanên Kurd.
Di xwepêşandanê de xwepêşanderan siloganên lidijî lidarxistina hilbijartinan û nerewatiya wan û siloganên rûxandina Esed bilind kirin.
Xwepêşanderan li ser wê yekê tekez kirin ku xaka pakrewanan bi sendûqên hilbijartinan gemar nabe û her dengek guleyeke û bermîleke û kuştineke û îşkenceyeke û koçkirina mirovê sûriyê ye.
Di xwepêşandanê de birêveberê giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd Faris Mihemed di gotiiinek[ de tekez kir ku gelê Kurd li dijî şanogeriya hilbijartinan e û daxwaza baykota wan kir wekû rêzgirtinekê ji xwîna şehîdan re yên ku ji bo azadî û rûmetê xwe kirin qurbanî, û daxwaz ji herdû Encumenên Kurdî kir ku hevdû qebûl bikin û nakokiyên xwe jinav bibin û bighên têgihiştineke hevbeş bo pêkanîna daxwazên gelê Kurd di ware azadî û jiyana bi rûmet.
Tê zanîn ku Tevgera Ciwanên Kurd doh, di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew şanogeriya hilbijartinan red dikin ûdaxwaz ji encumen û rêxistinên Kurdî ku van hilbijartinan baykot bikin, û daxwaz ji gelê Kurd kir ku beşdarî herdû xwepêşandanan yên ku dê ji aliyê tevgerê li Dêrik û Qamişlo birêve biçin
Wergerandin ji Erebî Nebîl Yûsiv