Dr.Şiyar Silêman : Behî Nameya Koça Dawî Ya Serkêşê Xortan, Hevrêzkarê Giştî Yê Tevgera Ciwanên Kurd "Faris Mihemed".

2014-10-09

Bi dilekî xembar me îro agahiya koça dawî ya xebatkarê dilsoz û fîdakar Faris Mihemed bihîst, pêşengê xwepêşandanên bajarê Çilaxe û xebata tevahiya xortên herêmê, tevlî ku êş û azara nexweşiyê dikişand lê her û her vêna wî xurt bû û dixwest dilê kesên dora xwe xweş bike û moral û hêviyên wan vejîn bike ,
di kar û xebata xwe de berdewam ma, lê mixabin laşê wî yê nazik û lawaz nema dikarîbû rahêje giyanê wî yê mezin yê ku kulê gelê Kurd û yê gelê Sûrî û mirovahiyê tevî tê de hêwirandibûn ,xwedê şehîdê me yê hêja bi buhişta xwe ya berîn şad bike , yên wek Fais Mihemed navê mirinê pir tenge ji giyanê wan yê mezin re , em sebr û asayî û aramiyê ji dilê malbata wî û hemû heval û dostên wî re dixwazin , hêjaye em bêjin jiyana te ya nû di dilê gelê te de pîroz be ,ji ber cihê te bilind bû û bi şehadeta xwe te îro bilintir kir ,herûher tê di dilê hemi hezkerên xwe de jîndar bimîne.
 
Dr.Şiyar Silêman