xero abbas

رد واحد [اخر رد]
User offline. Last seen 11 سنة 51 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 31/01/2007

Xêro Abbas di sala 1962'an de li başurê rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) bajarê Qamişloyê hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya sereta,navîn û lîseyê temam kir Di sala 1986'an de ji ber zextên rejÎma Sûriye û ji ber bê delfetiyan koçî Elmanyayê kir.Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir bû. Di 1989'an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir.1998'an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weşand.Albûm a Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyek mezin dît.Li Ewrûpayê di dehan konser da.2002'an de di Newroza mezin ya Diyarbekîrê ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî bû bû de derket ser dîkê.Piştî gelek salan cara yekem bi vê wesîleyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û hezkiriyeke mezin hate pêşwazî kirin.Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka Kurdî bi bingeheke modern yekxist û bi vî avahî şêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê.Vê jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir dike.

صورة  je mala abbes's
User offline. Last seen 12 سنة 15 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 29/12/2011

اقوى ابن عم وتسلم عجهودك