Xewna Suzana Barmanî

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 28 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Fîlma “Min Xewnek heye” ya li ser hunermend Suzana Barmanî û her wiha CD ya wê ya berê “Lê Lê” ligel çar stranên nû di edîsyoneke taybet de derketin.

Di CDya Suzana stranên gelêrî bi awakî nûjen hatine belavkirin, gelek amûrên mûzîkê têde hatine bikaranîn, ji bilî stranên gelêrî Suzan cihekî daye klasîka Kurdî jî.

Her wiha straneke bi soranî xwendiye û curbecuriyeke zimanî xistiye nav CDya xwe, straneke Ermenî û du stranên gelêrî ji folklora Helebê bi awakî xweş xwendine.

Dokumentarê “Min Xwenek Heye” û CDya Suzana ya berê “Lê Lê” ligel çar stranên nû bi hev re li hemû firoşgehên muzîkê li Swêdê têne firotin, DVD û CD bi vê navî derketiye: “Suzana, the struggle of a Kurdish women to fullfill her dream” ango (Xebata jineke Kurd ji bo pêkanîna xewna xwe).

Dokumentara “Min Xwenek Heye” behsa xebata Suzana ji bo çêkirina albûmeke xwe, dokumenatr li Swêdê, Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hatiye kişandin.

Kamîraya derhêner Maria Rinalod hemû detayên hevjiyana siyasetvanê Kurd Josef Erdem û Suzana, kamîra derbasî hundirê malê, odeya rûniştinê, metbexê û odeya razana wan li hotêlekî jî dibe.

“Min Xwenek Heye” li ser îsrara dengbêja Kurdaxî Suzana Barmanî ji bo çêkirina yekemîn albûma xwe diaxive, hemû detayên çêkirina albûmekê ji roja yekê heya biderxistina albûmê. Her tişt di dokumentarê de bi awakî efwî û natural hatiye kişandin, şerê Suzana ligel hevserê xwe Josef û ligel şîrketa çêkirina albûman li Stenbolê. Ji bilî kêlîkên şer her wiha gelek kêlîkên komîk jî hene.

Di DVD de mirov dikare konsertên Suzana Barmanî yên zindî li bakurê Kurdistanê û Swêdê temaşe bike, wilo jî vîdyoklîpên Suzana “Hûr Hûr Lêkir” û “Diyarbekir Paytexe”.

Di Dokumeterê de zimanê herî tê bi kar anîn Kurdî û Svenska ye (Swêdî), her wiha para zimanê Tirkî û Înglîzî jî heye. Lê Tiştê herî balkêş di çêkirina DVD de ku şîrketa produksiyonê ta ku “Min Xwenek Heye” baş bê famkirin û bigihêje gelek netewan, jêrnivîsek bi şeş zimanan (Kurdî, Erebî,Tirkî, Farsî, Svenska û Înglîzî) çêkiriye.

Fîlma Maria Rinaldo “Min Xwenek Heye” sala 2005an li Amerîkayê bajarê Virginia, di pêşbirka navneteweyî ya fîlmên domkumenterî de xelata yekemîn girt.

Wergêr, dengbêj, tembûrvan, hevser û dayîk Suzana Barmanî ya ku li Helebê mezin bûbû nexwest bibe “Jineke gewre li paş zilamekî gewre” weke Ereb dibêjin, ji bo ku nirxekî bidin ew jina ku xwe dike qurban ji bo serkeftinên hevserê xwe, meteloka Erebî dibêje “Li paş her zilamekî gewre jineke gewre heye”.

Suzana vê çandê red kir û xwest ku xebat wê jî ronahiyê bibîne, Suzana ji bo pêkanîna xewna xwe têkoşiya. Îsrara wê ji bo pêkanîna xewna xwe wê ji tariyê biderxist û êdî bûye kesayetiyeke serbixwe, ango ew weke hevsera filanî , dayîka filanî , xweşka filanî nayê binavkirin, êdî weke Suzana Barmanî tê naskirin.

Bazdana Suzana di kosertên zindî û di vîdyoklîpên xwe de dişibihe firîna teyrekî ku nû ji qefesê derketiye, ew tenê dixwaze li ezmanê bifire bê ku berê xwe bide cihekî, ji eşqa azadiyê re baskên xwe li ba dixîne, Suzana jî wisa ye gewd û milên xwe bi awakî tevlihev ji eşqa pêkanîna xewna xwe di hemû aliyan de dilivîne.

“Min Xewnek heye” ne tenê behsa xewna Suzana Barmanî dike, li ser gelek tiştan jî diaxive, wek welataparêzî, penaberî, hezkirin, têkilya jin û mêran, adetên civaka Kurd…hwd.

Zinar Ala / Almanya