جكرخون (قصائد)
[color=darkred]BILBIL Û GUL [/]
Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbile?
Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
Çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kule?
Dilgirê wek bilbilê
Herdem bi nalîn û girî
Girtiyê benda evînê
Dil li benda sunbile.
Dilbijê bê çare çibkî
Bil ji qêrîn û girî
Ê di benda dil revînê
Kî dizanî bê dile?
Ev xem û derd û elem
Ku min di dil de pir civîn
Tev ji pêt û pertewa
Þaha bi tac û sunbile
Ew kesê sewdan li ser
Naçî rêza dilgiran
Her çiqasî ew bi gazî
Rengê dengê zengile
Ger ji dêmên sorgulî
Pertew nedî nêv can û dil
Nakevî nêv bend û dava
Zulfê mest û fulfile
Ez di benda dilrevayê
Tîr ji birhan têne dil
Lêw me dil herdem bi destê
Nazika reþ-kakile
Ew kesê carek diye
Derdê evînê wî bi dil
Jar û sergerdan û meste
Xweþ dizanî "miþkile"
Pertewa dîdariyê
Ku mêxolî ez kirim
Laleþa min ser li ber
Danî li sîng û paþilê
Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile
(Cigerxwîn)
ألف شكر baklro وتحية إجلال واحترام إلى شاعرنا الكبير رحمه الله
وللأسف ماعندي قصيدة لجكر خوين بس راح أنزل هالقصيدة المشابة بعض الشيء لها ومشان الأخطاء كان لازم تكتب بالأحرف الصغيرة(فقط الأحرف الكردية)
Gul û bilbil
Hate bîra min rojek pir şêrîn
Hate bîra min dosta min rojîn
Hinav hatin xwar hêstir bûne rêz
Min kaxez girtî lêkir xeml û xêz
Xeml û xêza min şiirê kurdîne
Kul û derdê min navê rojîne
Lê vê pirsa han pir nakim dirêj
Serê guhdaran ez pê nakim gêj
Ji min wer bigre çîroka bilbil
Jê tête zanîn derd û jana dil
Li wê dehla han ew dehla mezin
Darên şîn û geş kanîkek li bin
Bilbilek hebû gelek evîndar
Hebû gulek sor li şiiran guhdar
Gul dev girtîbû bilbil dixwendî
Ji gul hesdikir ma rex li bendî
Gul jî wek bilbil bendî rojaye
Gelek muştaqê van helbestaye
Lê bilbil ketî destek nîçîrvan
Gerzel lê girtî kirbû hêsîrvan
Ger maye hêsîr jibîr nake gul
Tîrên evînê her dem têne dil
Rojên buharê bûrîn û bûrîn..
Rengê gula sor bûye weke xwîn
çave xwe gerand bilbil nedîtî
Baxê gul bûye agir û pîtî
Got piştî bilbil ez namînim geş
Xwedan bide min rengê şeva reş
Pelik weşandin li binya darê
Rengê gul bûye rengê êvarê
Lê bilbil firî rojek hatî der
Li paş xwe hiştin ew kul û keder
Ji nûve hatî wê dehla mezin
Li gel gula xwe da bike gazin
Lê gul nedîtî li wî baxî reş
Hawêr meyzandî kanî gula geş
Wî pelik dîtin wane li bin darê
Bi wan dilîze bayê êvarê
Bilbil firîbû gelek çûbû jor
Hatî jikêrê tev bû xwîna sor
Li hinda pelkan ketî û mirî
Ew dehla mezin tv hat û girî
Tev bibne guhdar ey gelî kurdan
Dehla mezin bû hêlîna derdan
Lê dehla mezin ew kurdistane
Bilbil û gul jî her tu pê zane
Ew qîz û xortên milltê jarin
Ji derdê aqil ew birîndarin
Aqilkê biçûk zalim û hestûr
Ji xelkê tevdan em hiştine dûr
şaiir jî carek weke bilbil bû
Lê gelî kurdan kesek nedin dû
Rabin bavêjin her tiştên ne baş
çima ji xelkê hun mane li paş
Bavê birûsk amûdê li sala 1971
شكرا كتير الك أخ شيركو .................................... غيفارا
شكرا ً لك غيفارا على اختيار قصيدة رائعة لأعظم شاعر ٍ على الإطلاق
ليست هناك قصيدة في متناولي حالياً لكنني سأكتب قصيدة له لاحقا ً0
الف شكر
[color=darkred]WELATPEREST[/][=indigo]
[align=center]ayebilindî,
Welatperestî!
اekên qelsane:
Jarî û mestî...
Zana û jîrim,
Bindestê dijmin.
اiqas dijware
Evreng bindestî!
Destan vemalin,
Dakevin meydan!
Eger dixwazin
Bigrin serbestî.
Ey gernasên Kurd!
Rabin weke sêr...
Ji xwe bavêjin:
Xwarî û sistî!
Weke Erdeþêr
Bijîn serbilind.
Cenga azadî
Nabî rawestî.
Xebat ji bo me
Divêt bi xurtî
Dilpak û zana
Gelek bi ristî.
Welat xweþ bûke
Xwîna me qelen,
Naxî ber singê
Bûkê nexwestî.
Metirse ko Kurd
Pir paþde maye.
Kesî nedî goþt
Bê çerm û hestî
Qûnax bi qûnax
Diçî ser çiyê.
Raste divê rê
Gelek diwestî.
Welat ta kengî
Wilo perçe bî?
Em tev di nav de
Jar û þikestî.
Cigerxwîn îro
Gel pir þiyare,
Bese metirse
Kêr giha hestî!...
(Cigerxwîn, Dîwana 4a, Ronak, 1980[/align[/]])
إلى كل محبي جكرخون فالنجعل هذه الصفحة صفحة وفاء وتقدير إلى روح الشاعر
الكبير وأتمنى منكم إضافة قصائد أخرى لنحصل في النهاية على أكبر كم ممكن
غيفارا......................................................................... :idea:
وراء كل غيمة سوداء شمسٌ ساطعةٌ حمراء