Ez ezî
الخميس, 08/06/2006 - 00:59
Ez ezî
Ez ezî karê newêrek û nezan
Yekîtî karê bilinde bê guman
Merd û zana her ewê şêwrê bike
Ta xelet û berevajî ew neke
Yê ko rabûne li dîrokê dirist
Wan ne kirbûn bi tenê ti kar û tişt
Veke çavan tû li pêxember binêr
Ji xwedanê xwe neqîb û weke şêr
iilm û hozanî li paş û her li pêş
Ko xwedan dabû ewî bê derd û êş
Bi hevalên xwe ewî şêwir dikir
Kar û îşek bêyî wana ne dikir
Ko neqencan paşî wî xwarî dikir
çi bi zêr tê xwelî jê paqij dikir
Ey gelî xwşk û biran haj xwe hebin
Ez ezî karê genî...... jê vegerin
Bavê birûsk qamişlo sala 2006