Gulê
الأربعاء, 05/07/2006 - 00:11
Keçê gulê şêrînê
Xwedya vê birînê
Tu ava şilê birîna dila dikewînê
Wa çûkê evînê
Çima piryûka min na gerînê
Êşa dilê mi dernaxînê
Xwedaw ev çi evîne
Evînke di rengîne
Rengekî welate
Rengekî yara hey ji min nîne
Ax ev çi birîne
Wek barana sibatê êşa li mi dibarîne
Ev çi evîne
Wek tembûra şivan dinalîne
Dil xwe li berê dihejîne
Ax ev çi zemane
Zemankî bê ole
Hayê yarê ji mi nîne
Kul û kula li mi dibarîne
Xem û xemgîn di dilê mi de deyne