Riya Remezanê
الخميس, 10/08/2006 - 08:31
Di meha Remezanê de riya yekî sofî bi gundekî Elewiyan dikeve. Li perê gund bala xwe didê ku kalekî Elewî li ber bestekê rûniştiye û qelûnê dikşîne. Sofî bi tinazî ji kalê Elewî re dibêje:
- Sofî, ma qey riya Remezanê bi gundê we neketiye
Kalo pira darîn ku ji xwe re bi hawakî ê’retî bi hev ve zeliqandine nîşanî sofî dide û dibêje:
- Di ser vê pira me re dewarên gund nikanin derbas bin, îcar ewê Remezana mubarek ji ku kanibe derbas be û xwe bigihîne gund ?.
الف الف شكر صديقي Hevind,