helbesta seydayê tîrêj

3 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 13 سنة 18 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 07/07/2006

[ GIRTIYê DER QEFES

dîlberê hate civanê min bi kincê melisî
pir bi dîderê ve şabûm dil ji kêfa reqisî
xanî û hindir , li min bûne, hemî mom û fener
ro ji hela reş bi der ket, ku cîhan pê çirisî
wê bi nazî roj bi xêrek daye min vêra kenî
go: mi pir berya te kir bû , ez te nadim bi kesî
min di gotê eşqa te bûye wek kulîlka çilmisî
bûme wek kalê zemana pir pêrîşan û reben
qet nema koka dirana tev ji nane repisî
wa di kincên tarî û reş de , bi xwe windame ez
bilbilê mest û hezînim, girtiyê der qefesî
lê bi dîna te li min dinya dibî mêrg û buhar
wek ciwanê çarde salî, tu ji bo min hewesî
ka berî mirna xerab mal,destê xweb destê me de
em biçin laleş tewafê , ger tu agir perisî
em li çar goşêyê kurdistan bikin seyran geh
maye emrê min di gerdûnê de, tûtin perisî
ta di gorê de nebî, herest bi min dîna welat
merheba wêga bi dojê, ne çûna tersî
ez bi bîr û bawerim, dojeh li min dê sar bibit
Rengê Îbrahîm kurê AZER bi bi germê ne hisî
Agirê Mûsa li li sînayê dema şewqê veda
Terh û dar û şaxneston, ne ji pella rewisî
Yê ne aşiq be ew bê pare ji dinyê û axretê
Ez bi kurmancî dibêjim , ne bi zarê çerkisî
Ta li ser pêta evînê rengê TîrêJ dil neşo
Şerme jêre , dil ne cawe. Ku bidî ber meqesî

NEMIR:tîrêj]

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
xwendin nebî kes naçe pêş..................... peyda dibin pir derd û êş

User offline. Last seen 13 سنة 41 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 05/07/2006

sopas renas, :wink:

:D

User offline. Last seen 12 سنة 6 أيام ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 28/04/2006

ألف شكر ريناس بس ياريت ما تكتب بالأحرف الكبيرة لأنو بتخربط الكتابة
تحياتي

User offline. Last seen 12 سنة 6 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 03/12/2005

Quote:

wê bi nazî roj bi xêrek daye min vêra kenî
go: mi pir berya te kir bû , ez te nadim bi kesî

gelek sipas Rênas

gotinên Seydayê Tîrêj herdemî

wisa xweşin çi bi evînî ,çi bi şînî ,û çi bi civakî û perwerî