Helbesta netewî li ba Ahmedê Xanî

رد واحد [اخر رد]
User offline. Last seen 13 سنة 18 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 07/07/2006

Helbesta netewî li ba Ahmedê Xanî

Lewra ku dema ji xeybê fek bû
tarîxê hezar û şêst û yek bû
Xanî ji kemalê bê kemale
Meydana kemalê dîte xalî
Yenî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi tessb û eşîrî
Da xelq nebjitin ku Ekrad
Bê merîfetin bê esl û binyad
Enwaê milel xudan kitêbin
Kurmanc tenê di bê hesêbin
Hem ehlê nezer nebên ku kurmanc
Işqê nekirin ji bo xwe amanc
Ger dê hebûya me jî xudanek
Alî keremek letîfe danek
Ilm û hiner û kemal û îzan
Şir û xezel û kîtab û dîwan
Ev cinsê biba li ba wî memûl
Ev neqdê biba li ba wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bi kira li banê gerdûn
Bi navê riha Melê Cizîrî
Pê hey kiriba Elyê Herîrî
Keyfek we bida Feqîhê Teyran
Heta bi ebed bi maye heyran
Çibkim ku qewî kesade bazar
Nîne ji qumaşîre xerîdar
Emma ji ezel Xudê wisa kir
Ev Rom û Ecem li ser me rakir
Tebeiyeta wan eger Çi are
Ew are li xelqê namîdare
Namûse li hakim û Emîran
Tawan Çiye şair û feqîran
Ez mame di hikmeta Xudêda
Kurmanci di dewleta dinêda
Aya bi Çi wechî mane mehrûm
Bil cumle ji bo Çi bûne mehkûm
Her mêrekî wan bi bezlê Hatem
Her mîrekî wan bi rezmê Rustem
Evqulzem û Rûm û behr û Tacîk
Hindî ku bikin xurûc û tehrîk
Kurmancê dibin bi xon mûletex
Wan ji yekve dikin mîsalê berzex
Ciwamêrî û himet û sexawet
Mîrînî û xîret û celadet
Ew xetme ji bo qebîlê Ekrad
Wan dane bi şîr û himetê dad
Lew pêkve hemî şe bê tifaqin
Daim bi temerrud û şîqaqin
Ger dê hebûya me ittîfaqek
Vêkra bi gêra me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemyan ji mera di kir xulamî
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet
Tehsîlê dikir me ilm û hekmet
Temyîzê dibûn ji hev meqalat
Mumtazê dibûn xudan kemalat

AHMEDê XANê

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
xwendin nebî kes naçe pêş..................... peyda dibin pir derd û êş

User offline. Last seen 12 سنة 6 أيام ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 28/04/2006

gelek spas braye renas