SANO

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 17 سنة 5 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 14/08/2006

Şano'a Japonî (NO)

Şano'a Japonî dest bi sitranên helbestî yên olî kir,pêre dîlanek
liser dengê def û derbekan tê û kesên ku pê radibûn kesne ol-
darbûn.
Ev şano di rojên cejnan'de dihate amade kirin, helbet cejnên
bi ol û xweda've girêdayî.
Lê ev şano pêşket û bû bi sitraneke xwedî helbesteke pesindar
û li hev vegerandî,û têde çîrokeke olî , pesineke xwedayî'ye,
pêre dîsa dîlanek bi mûzîkê're tê kirin û bûyerne kevin dide ber
çavan û destanên xweş têne ser sehnê.
Bi wilo rengekî nuh ji şano'yê çêbû, nav lê dibe şano'a (NO).
"NO"gotineke bi serbestî cihê xwe yê hunerî girt ,weke şaxek
ciwan ji dara tore û huner'ê de.
Afirandina (NO) ji mirovekî're vedigere binavê xwe"Kiwanamî"
ye(1323-1384)z , ev kes nûnekarekî bi nav bû û nivîskarekî
zîrek bû.
Bi dûv wîde kurê wî"Ziyamî"(1363-1443)z, hat û (NO) pêşxist,
bi arîkariya (Asîkaco) serbazê herêma sisiyan li Japonê.
Ji pêvî pêşxistinê, karine din hebûn "Ziyamî" kirin ,weke :
1.Kiwandenşer.
2.Fûşî Kiwandenşer.
Karê diwemîn bi pirtûka"GUL"tê nasîn û têde giringî û cudabûna
(NO) dide xwiya kirin.
NO bi wate'ya xwe tê "karekî pêk hatî", û di destpêka xwede
di hat weke navê nûnekar û reqisvan, lê dema "Ziyamî" hat, bû
rengekî şox ji şano'a sitranî.
Nivîskar Ziyamî dibêje:
"Ev rengê nuh ji du bendaye: Dîlan û Sitran, û tanî şano'ek ji vî
rengî werê avakirin, divê ku nivîskar kesên xwe ji çîrok û
destan'an derxîne,û divê ku mercên derhêner û textê şano'ê
pêk bîne,û divê ku leystika li ser textê şano'ê tê kirin bi mûzîk
û dîlan û sitran'an re bi rengekî zaniyarî bi hevre bê.
Di dawî de , eger mirov bi çavê rexnê li (NO) binere,nêzîkbûn-
ekê li opêra "Vaginer"dike,di hundurê xwede.

Şepal Berzencî
20-8-2006