Helbestekî evînî bi xama Tîrêj
Kuştiyê destê te me
Awira çavê te cana wek birûsk û areş e
Ew kesê ku têkevî ber bê guman bextikreş e
çayê Hemrînê bi tûn ve qet xwe nagrî ew li ber
Rengê dîwarê li Berlîn wê ji bin ve hilweş e
Wextê Kawa ser li Ezdîhak ewî sed perçekir
Bê guman ew awira çave te bû ew derfeş e
Neynika Eskenderê Romî bixwe çave te bû
Keleha Dara şikand xwe li ber negirt marê reş e
Yê birîndarê te bî ger ser Rûhil Qudis
Fêde nakî şêx şemis bê ser ji gelyê Laleş e
Dakevî erda ji ezmanê bilind Isa Mesîh
Fêde nakî ew bixûra destê metran û keşe
Min divê ez bême kuştin bi awirê çavên belek
Pakrewan ez herme gorê heqrewa û gerdeş e
Pir sizaye ku bi merdî kuştiyê destê te bim
Ne bi dest wawîk û hirçan rovî û gayê beş e
Ta evîndar bêne ser gora min bêjin kuştiyo
Sed hezar rehmet li ser canê te cê te pir xweş e
Ger wekî min tu bizanî firseta umrê ciwan
çerx û dewra firsetê demsal ji xwe sih û şeş e
Bendê qanûna evînê ger dixwazî guh bidê
Xezelên Tîrêj bixwîne ew ne dîn û serxweş e
Dîlbera xwe ey bira nefroş bi dînar û dirav
Wê bi yek dî meghure yê bugherî ew rûreş e
zor spas xushka peri