Helebçe …

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 6 سنة 3 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 29/08/2007

Helebçe …

Axîna dîrokek bê ziman
Ahîna dilekî bê kovan
Pejrandina zemîna evînê
Wergirtina alavên jiyanê

Di hembêza
Dergûşên nîvçe de
Di hinavên
Dayika beravêtî de
Li ser biskên û guliyên
Kuzirî
Û vîxanên
Di gewriya Çivîkan de …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Bahozên reş
Di navbera
Dilên li hev hatî de
Kevanê nêçîrvanan
Li ser sînga xormalê
Tewnbara hezkirina
Hefîd û Barzan
Û
Dilketina Alqamş û kela dezê
Evîndara sînorekî bê kelem
Bê derî
Û
Dergevan …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Sirûda pêşmergê birîndar
Nirxê Mîtan û Lor
Nivişta gerdenê mendalan
Xala li ser dêmên delalan
Nan û danê Rêwiyên
Felat û azadiyê
Kaniya Sorgulên
Omîd û hêviyê
Tosina Buhara
Dilketinê
Û
Evîn û evîndariyê …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Tîrêjek ji roya xemlandnê
Li ser sînga Ala
Kesk û sor
Li rûbar û deştên
Cor bi cor
Xelatek ji doza berxwedanê
Di buxçeya Bûkên
Amedê
Mihabadê
Qamişlokê
Û
Seqiz û Hewlêr de …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî