QAMISHLO

رد واحد [اخر رد]
User offline. Last seen 12 سنة 47 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 25/04/2007

QAMIŞLO

Bajarê Evînê

QadoŞêrîn

Dema şerê cîhanî yê yekem rawestiya, hinek herêm hîn jî sarogermo mabûbûn wek herêma kurdistan, çimkî Ferensiyan û Ingilîziyan di sala 1916 ande li gor peymana Saykis û Bîko kurdistan kiribûn çar perçe û kurd bê par ji şerê yekem derketin da kurda çekên xwe daneanîn û li mala xwe rûneniştin belê şoreş li pey şoreşê pêxistin, lê li Başûrê rojavayê kurdistanê rewşa milet ber bi xweşiyê de çûbû da Ferensiyan dest bi ava kirinê kirin. Samiyê Mele Ehmedê Namî di pirtûka xwede Dîmenin ji dîroka winda, rûpel 16 nivîsandiye””Di tebaxa sala 1926 an de li başûrê bajarê Nisêbînê, li rojavayê çemê Ceqceqê, bajarê Qamişlo bi endezeke pir rast û durist, bi destê endezyarekî Ferensî hat danîn û avakirin. Dema avakirina bajêr, ji bilî xaniyê mala Qudûr Beg û aşekî avê pêve ko li rojhilatî çem bûn, tu avahiyên din tunebûn. Çemê Ceqceq ji bakurê dehla Bûnisrayê, rojhilatî Nisêbînê ji du kaniyan dizê. Yek jê ava wê spî ye û ya din reşe, lê dema tevlî hev dibin, bi şînî ve reng dide û di bajarê Qamişlo re derbas dibe û bajêr dike du beş. Di dema Imperatorya Romayî de ev çem bi navê Mekdonyos dihat bi nav kirin, paşê navê wî bû Sawkoras. Lê dîrokvan û gerokê cîhannas Yaqûtê Hemewî dibêje: Di gera xwe de min zanî ko ev çem bi navê çemê Hermas tê binavkirin. Leşkerê Ferensî qijleke mezin li bakurê bajêr û li ser serê mitikekî bilind ava kir û serdarê wê bû kaptan Tirya. Di pey ava kirina qijla Qamişlo re, çend qijleyên dî jî hatin ava kirin: qijla Tirbespiyê, qijla Amûdê, qijla Dêrikê, û di sala 1930 de qijla Tilşeîrê. –jiber ko Haco Axa û çekdarên xwe di gundê Tilşeîrê re êrîşî Biyandûr kiribûn û xelkê gund jî beşdarî vê êrîşê bûbûn, lewra Ferensayê ew qijle li ser serê girê Tilşeîrê ava kir””.

Qamişlo niha mezintirîn bajarê pêncane li Sûryêye, tevaya xelkên xwe kurdin, ev xelkên ku ji gundan xwe li Qamişlo girtine hin jibo îşû kar hin jî jibo dibistan û xwendegehan an jî jibo jiyanek bajarîtî.

User offline. Last seen 11 سنة 36 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 02/04/2007

شكراااااااا عالمعلومات مع اني لاقيت شوية تعب لقريتا بالكردية ...........

بيمال دايما في الريادة ............

اتشرك يا مميز :wink: