roj bas
الخميس, 31/07/2008 - 19:16
roj baş
rojbaş ey hevala min
şêrîn û pir delala min
bendî te mam mah û sal
min emir çû bûm pîr û kal
jar û bendewarî te
sûnd dixwar min bi sozê te
por sipî kir kir hirî
ta ko min tu xweş naskirî
bê şerm û tew bê fedî
dest wa di destê yekî dî
bê bext ket li min felek
ev kul di dilde bûne lek
wek te wê ez xapandim
bi dojihê ez gihandim
evîndarim ez ne neyar
rastî li min her bûye bar
derdorê min wek felek
ez arzan firotim gelek
sohtim herdû çavên te
bê sewdan kirim sozê te
pel weşan man xarê te
mixabin navê gulê li te
keyxesrewê evînim ez
ne zînî tû wek memim ez
qamişloka evînê 29 /7 /2008
xemgîn temer
]
roj baş zindevanamin
roj baş êş û belamin
roj baş mey û av delalmin
zor siaps bo te û birayê xemgîn bo gotinên delal