Pirsgirêka Seksê li Kurdistanê (Dosya) - Foto-

2 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 14 سنة 31 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Mirovê ku li derdorê Zanîngeha Suleymaniyê bigere dibêje qey ew defîleyê modeya buharê li bajareke ewropî temaşe dike.

Xendekarên keç cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin, piranya wan desmal ji ser serê xwe radikin. Bi awirên çavên xwe xortan ber xwe ve dikşînin. Hin caran xort ji keçikan nîzîk dibin ama bi dizî û bi tirs.

Xwendekarekî ji min re dibêje: “Tenê di dersan de berge (mecal) heye ku em û keçikan bi hevre bin û ligel wan biaxivin, piştre pir dijwar e”. Li vir îhtîmala çêbûna êrîşeke leşkerî ji aliyê Tirkiyê bê wate ye, di nav guftûguhan de ti cihekî nagire. “R” ji min re dibêje: “Pirsgirêkên me gelek in, Seks jî pirsgirêka ya herî gewr e”, “R” naxwaze ku ez navê wî bi temamî binivisînim, ji ver seks di civaka kurd de, heya roja îro, tabu ye.

Ne girînge ku Silêmaniyê weke bajarê herî rojavayî di rojhilata navîn de bê naskirin, ku di kolanên wê yên sereke mey an jî şerab were frotin. Balam Silêmaniyê dimîne civakek musulman û tradîsiyonal. Ji ber vê dualîtiyê de anko bandora civaka rojavayê ji aliyekî û bandora civaka tardîsiyonal ji aliyeke din krîz di nav civakê de çêdibe nemaze bi xortên kurd re.

“Kurdistan tenê di şikl û cilan de dişibihe welatên rojava”, wisa dibêje “R” (22 salî) yê ku bi îngilîzîyek pir xweş diaxive bê ku dev ji Silêmanyê berde, qet jin nasnekirine ne jî ramûsanek standiye. Û wiha berdewam dike “Bes yek ji hevalên min ligel jinkek seks kiriye, ew jina jî laşfiroş bû. Li van deran tenê mirov dikare bi riya zewacê seksê nasbike, ev tişta jî gelek pere dixwaze.

Pere li ba me nîne, îca ne em ê bizewcin ne jî em ê seksê tambikin. Gelek dibêjn sedema vê yekê ola musulmana ye. Di nirîna min de sedem tradîsiyona kurda ye, tenê sûc ya urf û adetên me ne”.

Ligel “R” û hevalê wî “A” dimeşim li parkaya sereke ya bajêr, yekane cih ku xort û keç dikarin, ji dûr ve, li hev binêrin. Ji minre behsa pirsgirêkên xwe û xwasteke berdana Kurdistanê dikin, li vir ti pêşeroj nabînin.

“Kesên ku di desthilatdariyê de dimînin derd û kesera milet nakşînin. Ez dixwazim ku berê xwe bidim Ewropyê an jî Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê”. Hema hemû xortên ku min naskirin ji min re wisa digotin.

“A” ji min re, bi şenazî, xeber dide ku destgirtiya wî heye, ku li dibistanê hevdu naskirine û ev bû çend sal têkiliyek prîvat di nav bera wan de çêbuye.

- Hûn pir hevdu dibînin?

- Na, bi carekê

- Bo çi?

- Dayîk û bavê wê dê wê bikujin, û min jî bikujin.

- Ê hûn çawa dikin ta ku hûn hev bibînin?

- Em diçin çolê, nav keleman derê ku kes me nabîne.

- Nav keleman de?

- Erê, li wir kes me aciz nake.

- Hûn diaxifin? Rengekî ji seksê di navbera we de çêdibe?

- Na, na. Ev tê wateye xwekuştinê, min wê jî maç nekiriye. Belam hin caran bi riya telefonê em seksê dikin.

Wek li pir deran ji rojhilata navîn, telefona berîkê bû ye înstrumenta sereke ji bo çêkirina têkiliyan di navbera xortan de. Li vir tenê şewyeke ji bo seksê heye, ew jî seksa vîrtual anko sekasa bi riya telefonê. Ya herî pêwîst ew e ku kêçikbûn were parastin. Keça ku keçikbûna xwe wenda dike berî zewacê rezil û riswa dibe. Ne tenê ev pirsgirêk heye, li Kurdistanê ta roja îro bê razîbûna dayîk û bavan zewaca keç û xortan naçe serî.

* “R” dibêje: “Min keçek û xortek nasdikir, gelek ji hev hezdikirin, li dibistanê hevdu naskiribûn, bi dizî hevdu didîtin, roja ku biryar danbûn ku bi hevre bizwicin. Dayîk û bavê lawik nerazîbûna xwe nîşan kirin, gotin ku keçik ne ewqas çeleng e, kurê wan gotibu: Ferq nîne, yê ku bi keçikê re dizewice ez im, ew ji bo min jina herî çeleng di cîhanê de ye. Lê dayîk û bavê lawik gotin na. Keçik ji ber vê halî li berxwe ne da, benzîn berda ser canê xwe, jiyana xwe wenda nekir ama hemû gewdê wê şewitîbû. Doctor dibêje wê di çend mehên din de bimre. Lawik bi çol û kerbelan ketiye, dîn û budle buye.

* Aram (22salî) dibêje: “Ev buyer ne yekane ye. Di salên dawîn de bi sedan keç, bi sagî, xwe şewitandin. Ev fenomena taybet ne tenê girêdayî bi keçên kurd ve, her wiha keçên Îranê û yên Afganistanê wisa dikin. Hejmarên fermî li ser fenomena xweşewtandina keçan nîne, malbetên wan ji ber fedîbûnê van buyeran vedişêrin"

* Aram, xortê xirstiyan, pir navdar e li Silêmaniyê. Ew programeke di kanala televîzyonê ya YNKê pêşkês dike. Dibêje " Eger tu pirsgirêkên xortan lêkolîn bikî, tu yê bibînî ku bingeha van pirsgirêkan seks e . Ev civak pir tê guhartin, balam ji bo seksê ti guhartin nîne. Ez dikarim bibêjim ku rewşa niha ji berê xirabtir e, ji ber ku di dema Seddam de xelk diçu Begdayê ji bo keyfa cinsî bike, ama niha kesek naçe begdayê. Dibe ku ji ber vê keyfê tu were kuştin.

* Xeleka herî polemîk ji programa Aram gava behsa xortên ku dest davêjin quna keçan dikir. Di wê xelkê de psîkoloj jî hatibû vexwandin ji bo analîzkirina vê fenomenê.

- Û tu behsa tiştên wek... masturbasiyonê dikî?

- Na, na, na. Wê dawî li programê bînin.

* Problema Aram û programa wî ku, digel ku ji aliyê gelek temaşevanan tê dîtin, kesekî newêre di hevpeyvînan de derkeve. “Wek nimûne, yek ji xwastekên herî mezin yên xortan ku parkek hebe ku keç û xort lê hevdu bibînin. A niha jî park çêbû ye û, bi rastî, ev park guye. Belam gava hewl didim ku kesek li ser vê parkê biaxive nemaze yên keç, kesek nawêre ku nirîna xwe bide ji ber ku dê weke qehbik were dîtin ji ber daxwaza ku li cihekî wisa ligel xortan bimîne” Şîrove dike Aram.

* Ji Aram pirs dikim, ew çawa dike. Dibêje ku ew xweş derbas dike, baweriya keçan bi wî tê, niha jî destgirtiya wî heye.

- “Li vir tu dikarê her tiştekî bi keçan re bikî, tenê tu yê nîzîkî keçikbûna wê nekî”.

- Belê, ama te qet.....

- Baş e, tenê carek bû. Ew car jî li Ûrdunê ligel keçikek rusî bû. Li vir ev tişt hîç tune ye.

Foto: Chris Kutschera - Silêmaniyê 2008

Amadekirin: David Beriain

Wegerandin ji spanî: Zinar Ala

FOTO

User offline. Last seen 15 سنة 18 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 07/09/2007

Ev di beşê Englizi de chi dike ??i

meyzê heval

1 chavkaniya vê dosyaya te ji maperek gemarîye

2 Ev propaganda desthelatiya li başurê kurdistan dike u ruyê bi kirêt mekiyaj dike u nepotîzmê jî justîfe dike

3 ev der ne ciyê van quretiyan e

pejirandina qanona multi-jin di perlamentoye bashur de
dide xwiya kirin ku tu hêvî di qûna wan de nîne

? dilê xwe negire. bash

User offline. Last seen 15 سنة 18 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 07/09/2007

ah. min ji bîr kir

Ev sîteya ana em di forumê wê de ne
ji hemi sîteyên cîhanê gemar tire

Lê ji feqîrî em li virin