Kurd û Japonî li ser rîtmên stranên gelêrî reqisîn - Vîdyo
AVESTA – Rokîro keçeke japonî ye berî salekê û nîv rastî xortekî Amedî hat û ket nav toreyên wî, piştî hevaljîniya 18 mehan wan biryara zewacê stand û daweta xwe li Amedê kirin.
Di sêşema bihorî de şahiya dawetê ya Okan Kaya û Rokiro hatibû sazkirin, merivên Okan û malbata Rokiro li ser rîtmên stranên Kurdî û Tirkî pir reqisiyan.
Okan Kaya berî pênc salan ji Amedê berê xwe dabû Japonê û li bajarê Koyoto rastî Roriko hat, ew jî kete bin bandora awirên çavên wê û dilê wî ji Rokiro re lêket.
Hevserê Rokiro got ku ew pir kêfxweş e bi zewaca xwe ligel keçeke ku ji wê hezdike. Her wiha got ku çand û adetên Japon û başûrê rojhilatê Turkiyê dişbihin hev.
Rokiro seva xatirê çavên Okan fêrî zimanê Tirkî bûye, dibêje: “Me ji hevdû hez kir û me biryara zewacê da, Malbata min jî gellek piştgiriya min kiribû. Bi rastî ez pir ji Tirkiyê hezdkim. Xelkê ku li vir dijîn pir xwîn şîrîn in.”
Avesta / Zinar Ala