helbest
Keçên Kurda çi nazdarin gul û nêrgiz û nisrînin
Di pesnê wan de bê zarin di jînê de reh û xwînin
Ciwanin ew , rehanin ew gulê heyva Gulanin ew
Perî û xob û rindin pir ziman hungiv û ?êrînin
Di ?ayê de ?ilêrin ew di rojên teng de ?êrin ew
Di ezmanê xebatê de Gelawêjin û Perwînin
Ji rengê herdu Leylêd* me çi jêhatî û xwendane
Ji ber wan serbilindin em li ber wan ser ditewînin
Keç û xortên gelê min her du baskin tim ji dozê re
Ci car balende nafirrin bi yek baskî xwe naghînin
Bi yek baskî dibî nêçîr ji wawîk û sehên har re
Bi destên xwe jiyana xwe didin dest û xwe dimrînin
Belê ew dem buhurt û çû hemî balendeyên dozê
Bi bayê zanebûnê re per û baskan dihejjînin
Dem û katê felatê qet ne dûre milletê comerd
Belê nif?ên xebatkaran ewê zû mujdeyê bînin
Keser behwer dikî herdem bi zanîn û bi yekbûnê
Gelên bindest li cîhanê ewê mafê xwe bistînin
Ez keça kurdim ji bajar û gundim
Evîn dara cegerxwînim
Ez rindik û bilindim evîndara çayê kurdim
..................
helbestek gelek xweşe
zor sipas hêja
silav û rêz
Ez dîrok im..
Ez deng im..
Ez ziman im ..
Ez qêrîna sed hezar salan im...