كلمات اغنية شفان برور
Kîme ez?
Kurdê Kurdistan
Tev ?ore? û volqan
Tev dînamêtim
Agir û pêtim.
Sorim wek etûn,
Agir giha qepsûn.
Gava biteqim
Dinya dihejî.
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî.
Kîme ez?
Ez im rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar.
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi ku?tin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?
Rojhilatê nêzîk,
Rojhilatê navî,
Ev bajar û gund,
Ev bej û avî,
Ket bin destê min,
Pî da ser dijmin,
Min bi ceng û ?er
Zanîn û huner
Pi?ta wî ?ikand,
Serî lê gerand!
Ez bûm padî?ah,
Xurt û serbilind
Ketin destê min ta sînorê Hind.
Kîme ez?
Kîme ez?
Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê a?tîxwaz.
Ez xwe? mirovim,
Ne hirç û hovim!
Lê çibkim bê ?er
Dijmin naçî der.
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest,
Naxwazim bijîm
Ta ebed bindest.
Kîme ez?
Divê ez derkevim
Dijminê xwînxwar,
?ahê efyûnkê?,
Jontirkê dijwar,
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe.
Dilxwe? bixum ez,
Rez û baxê xwe.
Cekan hilgirim derkevim meydan,
Rêcek nû çêkim ji boyî insan.
Kîme ez?