helbestik bi navê Romana sêwî
Roman a sêwî
Piştî ku reş di keve
piştî ku xelik radizin
piştî ku bêdengî di mîne
hingî karê xwe dike
ji bo dakeve bejê
ji kû dihat ?
ne xwîya ye
bi kûve diçe ?
ne dîyare
tazîye !!!
ji ber gotinên bê bextan,
tazî dadikeve
ji tirsa neyaran
heya tarîyê jî di mîne
li bêdengîyê di gere
ji gerê na weste
di reşê de winda na be
hew baskî daxwaza xwe ve diçe
li kirasfiroşkî dipirse
kiraskî ku tazîyê xwe veşêre
kiraskî ku bejna xwe bi xemlîne
li kiraskî bi tenê di gere,
da ku her dem lêbe
pê, ji tazîyê xwe ne tirsê
pê, bi be gulîstanek
da ji her derê werin
dîtina wê
bo xwendina gotinên ser kirasê wê
gotinan dest dane hev
di rengê kiraskî de
helbestek damezirandin
li hawîrdorê romanê,
romana sêwî bi pêçin
birayê delal û hêja Kendal
zor zor sipas bo te ser van gotinê delal û zelal
bes niza ev helbest ya te ya niza na
ji ber vê yekê ku te karibê navê helbestvan bi dê xwya kirin wê gelekî baş bê
ji bo ku em mafê helbestvan nexun yan mafê te
dîsa dubare zor sipas
...................
canê
sipas bo memuzin û canê omar ser van hestên weyî pir xweş
hêvîdarim ku di pêşde helbestnî nû ji bo we û hemû hevalên me di kulîlk de pêşkêş bikim .
di xwazim ji xwîşka canê re bêjim ku ev helbest a mine û min di 12-11- 2006 de ev helbest nivîsandîye .
aha bijî hêja birastî ez gelkî kêf xweş bûm bi wa gotinê ciwan
û daxwazîya serkeftinê ji bo te dikim
silav û rêz
her bijî birayê Kendal her bijî birayê torevan , toreya kurdî pir xweşe û bi taybet ko nivîsê kesê torevan wilo rengîn û xurt be . silav û pir rêz birayê KENDAL.
sipas dikim Shahgul03
sipas ser hestên teyî pir xweş, bihêvîya jiyanek azad û zimanê me her û her pêşkeve û kurdên me li zimanê xwe xwedî derkevin
إنشاء الله ..
ji xwedan hêvîdarim
zordestiyê ez xwarim
gelê min azad bike
vê tenê ez di karim
قصيدة رائعة واسلوب جميل في طرح الفكرة
سلمت اناملك ونحن بحاجة الى اقلام كردية في منتدانا ونتمنى منك المزيد
تقبل مروري صديقي العزيز كندال :wink: