KURTEJIYANA CELADET BEDIRXAN

3 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 12 سنة 42 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 21/08/2008

KURTEJIYANA CELADET BEDIRXANÎ (bavê zimanê kurdî)

Piştî Celadet li Stenbolê tê dinê ji wir mişextî Gîrîtê dibe û dîsa vedigere Stenbolê. Li xeribiyê hatibû dinê û mezin bûbû. Diya wî Senîha Xanim çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Bedirxan Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Bavê wî li wan salan de di nav tevgera Kurdan da jî ciheke giring digirt. Ji ber Osmaniyan çûyîna Bedirxaniyan ya Kurdistanê qedexe kiribûn Emîn Elî ji bo zarokên xwe çîrokbêj, dengbêj û mamosteyên ziman dianîn Stenbolê.

Împeretoriya Osmanî Celadet şandibû Şerê Cîhanê yê Yekem. Li eniya qafqasyayê di şerî de bû. Dema dewleta Osmaniyan dihilweşe Celadet ji bo yekitiya kurdan dixebite. 1922'wê dewlet fermana kuştina bavê wî û her sê birayan: Celadet, Kamûran û Sûreyya dide. Bavê wî Emîn Elî Bedirxan û bapîrê wî Mîr Bedirxan diçin Şamê. Ew û birayê xwe diçin Almanyayê. Celadetî li wir zanistgeh xwend û li ser dadmendiyê/hukukê doktora kir. Peyre 1925'ê diçe Misrê û ji wir diçe Şamê (1930).

Kurdî, farisî, erebî, Tirkî, frensî, rûsî, ingilîzî, almanî û yewnanî dizanî. Rojhilata Navîn û Ewropa jiya ye. Demekê hatina wî bo Tikiye û bakurî Kurdistanê qedexe bû. Dema rêberê me Şêx Seîdî serhilda ye ji bo serhildanê hat Bakur (1925). Lê serjor vegeriya bû. Ji ber ku kurd têk çûbûn. Dîsa 1927'ê li agirî kurd ser hildidin diçe wir. Di rêxistina navê wê XOYBÛN de li gel rêberê gelê me Îhsan Nûrî serhildanê rêve dibin. Lê serhildan dîsa têk diçe. Celadet Bedirxan û Îhsan Nûrî dikevin destê Îranê. Şahê Îranê dibîne ku Celadet pir zimanan dizane û gel jê re pir hez dike. Li zimanên Îranî jî ji rêzê der şareza ye dixwaze wî bihêxe nav xebatên zimanê farisî yan jî Wezareta Karên Derveyî. Lê qebûl nake. Dema pêşniyariya Şahî qebûl nekir, Îran wî teslîmî Birîtanya dike. Birîtanya jî teslîmî Frenseyê dike. Frense Celadetî li Sûriye li bajarê Şamê bi cih dike. Lê çûyîna wî ya nav kurdan qedexe ye. Nêzîkbûna wî ya sînorê Tirkiye qedexe ye.

Li dawiyê biryarekî wiha dide: “Milletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Ol yek, ziman dudu. Lê heke ola milatên serdest û bindest yek be, hingê çek yek tenê dimîne ew jî ziman e.”

Ji bo kurdî 1919'ê alfabeya latînî çêdike, lê notên wî winda dibin. Sala 1932'wê alfabeya latînî amade dike û bi wê alfabeyê kovara HAWAR'ê derdixe. Mirovên wekî Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nuraddîn Zaza û Qedrîcan qanî dike ku bi kurdî binivîsin. Û bi vî awayî ronensansa zimanê kurdî ser dihêxe. Ji ber ku nivîskarên kurd pir kêm bûn ew bi xwe bi 33 navên cida nivîsan dinivîse.

1937'ê Fransa wî û hevalên wî mişextî çolistana Sûriye dike.

Di 1932 û 1943'yê de 57 hejmarên kovarê derdixe.

1942'wê li Şamê Kovara Ronahî jî çap kir. Piştî Hawar hat girtin wî giranî da ser Ronahiyê. Hingê birayê wî Kamûranî jî li Lûbnanê Kovara Roja Nû bi kurdî û frensî çap dikir.

Celadet bavê zimanzaniya kurdî ye. Û bingeha rêzimanê kurmancî wî ava kiriye.

Piştî Frense 1946'ê ji Sûriye derket zimanê kurdan hat qedexekirin.

Dema li Almanya dixwend li gel Hîtlerî hevaltî kiribû. Tê gotin ku wê demê Hîtlerî hizrên faşîst nedihebandin

Ez dîrok im..
Ez deng im..
Ez ziman im ..
Ez qêrîna sed hezar salan im...
 

صورة  Shahgul's
User offline. Last seen 2 سنة 5 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/09/2007

بسم الله الرحمن الرحيم
Bi rastî min haj vê babeta pir bi kêr û sûde ne bû , bi rêz Canê Omar destê te saxbin bi nivîsa vand çend rêzên ji jiyana Mamoste CELADET ELÎ BEDIRXAN ê hêja , em tevde sipasiya MÎR CELADET dikin û bi hêvîne ko xwedê lê bête rehmê û tiştê baş û sipasiya pir a ko em ji vî delalê ha re bikin ez dibêjim ko em pir û pir li vî zimanê delal miqate bin û dîsa zor sipas ji te re

اللهم صل على سيدنا محمد وعلى آله وصحبه وسلم.

صورة  Derya1988's
User offline. Last seen 11 سنة 43 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 24/07/2009

wey her bıjî hevala hêja destê te saxbın
pır xweşe em lı ser bavê zımanê me bêtır nas bıkın ez jı dılê xwe sıpasıya te dıkım
û serkeftın jı te re dıxwezım

لكي تحافظ على أحترامك لنفسك من الأفضل أن تزعج الناس بفعل ما تعرف أنه الصواب على أن ترضيهم بفعل ما تعرف أنه الخطأ.....

User offline. Last seen 12 سنة 42 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 21/08/2008

pir sipas hêjano ser van gotinên ciwan di mafê bavê zimanê me ê rengîn de
rastî Bedirxanîyan gelek kar û xebat jibo miletê me kirine
lewre pêwîste em vê malbatê herdem di bîra xwe de bênin

hêja şahgûl
Deriya delal
silav û gûlav bo we

Ez dîrok im..
Ez deng im..
Ez ziman im ..
Ez qêrîna sed hezar salan im...