Mêranî .. merdayî .. mêrxasî ...
الأربعاء, 09/12/2009 - 18:29
Mêranî ewe tu şêrbe
Neguhere weke zêrbe
Di fireh û tengayê de
Amadebe tim bi kêrbe
Merdayî tu agahdarbe
L’ rewşa hevalan bi pirsbe
Da bi kêrî wana tu bê
Dema kes bi te gerekbe
Mêrxasî dilê te xurtbe
Zordarî ji te bi tirsbe
Ji belengaz û bêkesar
Tu pişteke gelek xurtbe
Zanebûn jî tu zanabe
bi ramanbe Bi bingehbe
Zanîn bi tembelyê nayê
Xweş bi bîr û agahdarbe
Şahgul
3/6/2005
deste te sax bin $ahgul
gelek merxas be u zane be
yek gotin jiber tu KURDI