ez û sevên bê dawî
EZ Û ŞEVÊN BÊ DAWÎ
Ji nivîsandina Canê Omar
Ez û şevên bê dawî
Stêrik û heyv û mahîtab
Bîranînên te hembêz dikin.
Wek avek zelal xwe di berdê ser bedena min
Bedena min ya şewat…
Lêvên ku ziwa bûne bê ramûsanên te
Gazî te dikin…
Li te digerin li şevên lal de
Di nav rûpelên demê berê de
ew rûpelên ji avê
ji mij û dûmanê…
dibin remedîlk
belav dibin..
tune dibin...
Bi dor min dikevin pêpelûkên mirinê
Ez tune dibim...
tu winda dibî...
Dikim hawar
Dîsa Bi dilekî melûl
li te digerim
Di payîza helbestek xeyidî de
Ez dibim mîna
çiloyê payîzê, ji xwe diweşînê
min dibê û tîne
li hêvîya buhara te dişewtim.
Were bese
Evînê ne kuje
Ev evîna min bi rondikê payîzê avda
Ne veşêra
min nesipêre vê bêrîkirin û tunebûnê
ne sipêre bê dengîyê!!
evîna me nesipêre qederê
were dîwarê qederê hilweşîne
evînek bê qedexa avake…
li sînora ne pirsa
Evîn bayekî bê sînor e !!!
ax wey dılo bese bıke gırî
eva bextê mın
ew xwdayê mezın nıvîsî lı ser mın
gelek sıpas heval canê Destê te saxbın Û tu bı xêr û xıwşî bımîne*********** :)
evînî tiştekî pir paqij u rinde lê pir kes hene bi navê vê evîna delal rengê wê li ber çavan reşdikin , lê dîsa jî evîn wek ko xwedan ew daye paqij dimîne........
ev helbasta diyarî çi kesê ji dil evîndar di kim
Xamê derîn derdê dilêm
Reşbik pellan bi van kullêm
Evîn gewre sipî boze
Paqije wek doza dilêm
Kesê bê dil tu jî dijî
Ne bawer im ji vî mejî
Evîn xwîna dilê saxe
Ma kes dilê xwe dikujî
Xwedo bite xweş bawer im
Li haşkirna te digerim
Şake dilêm bi vê dozê
Amanca dil na guher im
8/2005
Şahgul
gotinên we pir delalin li ser dilêmin hevalno
min dixwest bi rengekî xwestir binîvisanda
lê qisûrî ji ba meye û em bi hêvîne go demin bê em ji wilo bêtir bi nîvisînin
zor sipas ji bo we hema
roj bey rojê
bîranînê min serav û binav dibin
..................
pis sipas bo derbasbûna we hevalno
silav û rêz
wan şevê kû ez dîn kirim
wan şevê bicarekê dildar kirim
şevê ko me armanca evîna xwe danî
qey çibû jiwan soza û şevê evînê kanî
sipas xwişka Canê Omar,
liser van gotinê hêja