bîst u sê sal
Bîst û Sê Sal
Bîst û sê sal mın borandın
Lı ser rêka evîna te
Bîst û sê sal wek revenda
mın borandın
bı rêbarî
Bîst û sê pêt
dı sermê de,
lı bın tılyên,gewr û nazık
Bîst û sê pêt,mın jı tırsa
kırın arê
Bîst û sê gul,
te revandın,jı baxê dıl
dıl lı xwezya,bû zındanek
sar û tarî
Bîst û sê sal,
bûn tızbıyek,
dı nav tılyê tenî serxweş
ew tızbî jî, te wındakır
bı ser sarî
te lı dılê jar û rıswa
Bîst û sê êş,
dı gel qeftek,bırînên sor
kır dıyarî
lı ser kêla evîna te
bı kulîlka ezê deynım
de pîroz be,
lı te ev gor,
de pîroz be, kefenê te
de pîroz be
hezar carî
*************************************ferhad Içmo********************************************************
Pîrozbe devê ko danî helbest
pîrozbin jî ew pênûs û ew dest
çi xweşin ev naz peyv û ew gotin
dêm nivîsên torevan bi kêrin
zor sipas biraye Derya gotinin pir pir xweşin
Canê Omar, Shahgul03,
hûn saxbın hevalnıo
Û hûn dı kêf û xweşye de bımînın
ev evîna kêlî bi kêli min serav û binav dikê
êdî îro min tune dikê
......
her bijî hêja Deriya ser vê helebstê
rastî hestên wê gelek ciwan bûn
lê belê hinek kemasiyê wê hena di aliyê rêziman de
lê dîsa jî bijî
û serkeftî bê
Ez dîrok im..
Ez deng im..
Ez ziman im ..
Ez qêrîna sed hezar salan im...