Mesûd Barzanî

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 12 سنة 1 يوم ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 31/01/2007

Mesûd Barzanî kurê Mistefa Barzanî, serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDK ye.

Mesûd Barzanî 16-ê tebaxa sala 1946-ê li bajarê Mehabadê – li rojhilatê Kurdistanê – di serdema komara Kurdistanê de û di bin alaya Kurdistanê de ji dayikê bû. Roja jidayikbûna wî her eynî roja damezirandina PDK Partiya Demokrat ya Kurdistanê ye. Wê demê bavê wî Mistefa Barzanî bi rutba generaliyê fermandeyê hêzên çêkdar ên Cumhurîyeta Kurd a Mehabadê bû.

Gava Cumhûriyeta Mehabadê hilweşiya ew bi bavê xwe re vegeriya Barzan, Kurdistana Îraqê; ciyê bavûkalan. Lê wê demê hukumeta Îraqê a Îranê û ya Tirkiyê bi hevalbendî Barzanî xistin hesarê, xwstin wan teslîm bigirin. Mistefa Barzanî tevî 500 hevalên xwe yên pêşmerge, bi rêwîtiyeka dûrûdirêj bi şerekî li hemberê sê welatan xwe gihand Yekîtiya Sovyetan. Mesûd Barzanî devî dayika xwe û zarok û jinên din ên Barzaniyan li Kurdistana Îraqê man, hukumetê ew ji ciyên wan ber bi herêmên din ên Îraqê sirgûn kirin. Mesûd Barzanîyê piçûk jî bi diya xwe re çû Mûsilê ba bapîrên xwe û 12 salan li wir ma.

Ew li wê derê gihaşt sala xwe ya dibistanê û wî xwendina xwe ya pêşîn bi zimanê erebî kir.

Gava di 1958ê de General Kassim darbeyek li dijî kralê Îraqê bi ser xist, cumhûriyet îlan kir û Barzanî tevî hevalên xwe ji Sovyetan vegeriya Îraqê ew bi malbatî çûn Bexdayê. Gava Mesûdê piçûk bavê xwe dît ew 12 salî bû.

Piştî demekê mala wan vegeriya Kurdistanê gundê Barzan. Mala wan kavilkirî bû, ji nuh ve hat avakirin.

Piştî demekê generalên ku cumhûriyet ava kiribûn û hin soz dabûn kurdan ku maf û azadiyên wan qebûl bikin, ev sozên xwe ji bîr kirin, pêwendiyên navbera kurdan û hukmeta Îraqê xera bû. Mistefa Barzanî û PDK tu rê li ber wan nema ji bilî ku di sala 1961ê de dest bi şerekî çekdarî bikin.

Di jiyê xwe yê 16 salî de Mesûd Barzanî mecbûr ma dev ji xwendina xwe berde û tevî şerê çekdarî bibe, ew bi bavê xwe re di bin tesîra serokatiya wî de û ya serokên din ên şoreşê de ji vî çiyayî ber bi çiyakî din ê Kurdistanê de çû û hat û mezin bû. Ew zû bi zû di nava refên pêşmergeyan de bi pêş ket, wî hîn di gêncîtiya xwe de berpirsiyariyên giring dan ser milê xwe, ew bû endamê KM a PDK û bû serokê îstîxbarata şoreşê Parastinê.

Mesûd Barzanî tevî birayê xwe yê mezin Îdrîs Barzanî, di delegasyona kurdan de a ji bo guftûgiyên sala 1970yî bi hukumeta Îraqê re çêbûn çû Bexdayê û di lihevkirina 11ê Adarê de wek endamê heyetê roleka aktîf girt.

Mesud BarzanîGava hukumeta Îraqê sozên xwe bicîh neanîn û ji Peymana 11ê adarê vekişiya, şerê çekdarî di 1974ê de careka din dest pê kir û Mesûd Berzanî wek yek ji endamên serokatiya şoreşê bû rêberekî vê şoreşê. Gava di sala 1975ê de li Cezayîrê Îran û Îraq li hev hatin, Îranê û Amerîkayê alîkariya xwe ji şoreşê vekişandin û ketin hemberî kurdan şerê çekdarî bi biryareka siyasî di 1975ê de hat rawestandin, têkoşerên kurd hin derketin derva hin vegeriyan Kurdistanê pişt re j iwan jî hin ji bal hukumetê ve hatin zîndan kirin, heta kuştin.

Gava di sala 1976ê de PDK ji nuh ve ava bû Mesûd Barzanî li Amerîkayê li ba bavê xwe bû. Çimkî Mistefa Barzanî nexweşekî giran bû û li Amerîkayê dihat dermankirin.

Di dawiya sala 1978ê de gava wî xwe amade dikir vegere Kurdistanê li Wîyanayê rejima Îraqê suîqastek li hemberî wî pêk anî lê ew ji vê suîqastê sax selîm xelas bû. Ew vegeriya Kurdistanê û wî tevî birayê xwe Îdrîs Barzanî roleka serekî di sefên PDK de girt. Piştî mirina bavê wî Mistefa Barzanî, di adara 1979ê de, di kongreya 9ê a PDK de Mesûd Barzanî wek serokê PDK hat hilbijartin. Ji wê rojê vir de di her sê kongreyên mayî de jî ew wek serokê partiyê hat hilbijartin û hîn jî di vê berpirsiyariya xwe de berdewam e.

Mesûd Barzanî temamiya jiyana xwe li çiyayên Kurdistanê di nav têkoşîn û serîhildanan de buhurand wî tu car firsend nedît ku hîndekariya xwe temam bike, xwendina wî ya dibistanan her nîvcoyî ma.

Mesûd Barzanî gelek ji xwendinê û ji sporê hez dike. Ew zewicandî ye û bavê heşt zarokan e.

Întereseya wî ya xwendin û nivîsandinê rê li ber vekir ku ew buyerên herêmê û dinyayê baş fahm bike û lêkolîna wan bike. Di warê stratejî û taktîkên siyasî û eskerî de hostatiya wî diyar e, hişyarî û biryardariya wî ya li ser berjewendiyên milet û şoreşa kurdan ji vê û ji tecrubeyên wî yên salan tên.

Serokatî û rêberiya wî ya ji sala 1992yê vir de li ser axa rizgarkirî, meşandina dîplomasiya wî ya serkeftî ya di van salên dawî yên hessas de, siyaseta wî ya dilsozane û xweragir a ji bo yekirina sefên miletê kurd û dawîlêanîna şerê birakujî kir ku ew di dilê kurdan de cihê hezkirineka mezin bi dest xe. Ew di nav miletê xwe de û yên dinyayê de kesekî rastgo yê durust hat naskirin ku xwediyê soza xwe ye.

Ew pir zelal û aşkera bi berjewendiyên giştî ên miletê kurd ve girêdayî ye, loma hemû kurdên ser ruyê erdê bi serokatî û rêberiya wî piştrast û serbilind in. Ew, hebûna wî wek rêberekî kurd, ji bo yekîtiya miletê kurd, berjewendiyên giştî yê kurdan û parastina destkeftiyên vî milletê çîlekêş ê xweragir garantiyek e.

Parlamentoya Kurdistanê 12-ê hezîrana sala 2005-ê Mesûd Barzanî wekî serokê Kurdistanê hilbijart.
Hilbijartina wî wek serokê Kurdistana Federe ji bal Parlamentoya Kurdistanê ê yekîtiya kurdan xurttir bike, maf û azadiyên wan pêşdetir bixe û bibe palpiştê pêşdeçûna şerê azadiya kurdan li her derê, li hemû perçeyan. Wek Celal Talebanî di axaftina xwe ya vebûna Parlamentoya Kurdistana Federe a 4ê hezîranê de got Mesûd Barzanî lawê devera Barzan e ku di tarîxa xwe de 18 caran hatiye kavilkirin û ava kirin. Ev jî nîşan dide ku ew layiqî serokatiyê ye.