rovi
jı bû xatrê heval dılo hawar ev helbestê Rovî
Rovî
hat rovıya bıharê
rûnışt lı ser zınarê
xwe berda nav koxê gund
berî heyva êvarê
bû qîj qîja dîkê zer
mırîşka xwe neda ser
bextê rovî tenî bû
kete tora dîkê şer
dîk û rovî pev ketın
gundî lı wa derketın
kûçık û tajıyên gund
lı ber rovî veketın
rovî kırın pıç û par
danîn ser rıwê savar
mele berî gundıya
dest pêkır û serî xwar
dîkê zer serî hılda
mırîşka zû çav kılda
pıştî tırsa kevnare
tev azad bûn jı derda
************************************************************************
Ferhad Içmo---------------------------------------------------------------
dîsa tu bıxêr hatî hevalê hêja
mın bıbûre xencî vê lı ba mın nîne
destê te xoştır****
Zor Zor Zor Sipas Hevala Hêja Derya,Lê rastî ya min dixwest ne eve yeka dîye
Lê ev jî ne xirabe ha û pir xweş e
Dest Xoş û bijî