NAMEYA DAWI

5 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 12 سنة 42 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 21/08/2008

NAMEYA DAWÎ

Ji nivîsandina Canê Omar

Dîsa wekî her şev

Te ez hêlam di nav bagera bêçaretîyê de

Di nav êş û azarên xwe de

Kelogirî dibim

Bi dilekî melûl dilorînim

Li ber kevirê sebrê

Birîn fereh dibin

Şev tarî dibin

Hêvî winda dibin

û ez jî mîna her car xwe winda dikim

di kahniya rondikên xwînê…

ê ber bi Qamişlo, Dêrikê û terbespîyê ve diherkin..

hawar bilind dibin

bi navê te dibakin

tû jî wekî her car

bi wan hestên xwe ê cemidî

sînora bilind dike

qedexeyan pir dikê

û min di nava xapandina xwe digevêzê.

Lê bawerke ez westiyam

û êdî nema karim li ber dîwarê dilê te ê derizî rawestim

Û nema pûşê hêlîna te germahiyê dixê hinavê min

Ê ku wekî hestê te cemidî man

Here esmer

Nema li hêvîya min bimîne li şevên qedexe

Dilê min hew karê govenda bawerîyê birêve bikê

Ew hestên derwîn

Ew kenê xapînok

Ew gotinên mezin

Hew min serxweş dikin

Û ez êdî hew karim li pey dilekî MIRÎ bibezim…

Ez dîrok im..
Ez deng im..
Ez ziman im ..
Ez qêrîna sed hezar salan im...
 

User offline. Last seen 12 سنة 31 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 18/07/2006

weke volkanekî germ
ji nava dilê erdêve derketî
pêre agirê dilê min jî bir
canê
ev pêtê han bela derên
wan binvîse
agirin... hestên mero paqiijdikin
bela dil êdî sag bibe
bona yekî ne fanî
lêxîne.. u lêxine.. ulêxine
bidengekî ..nefanî
bigere.. wkî derwêşan
weke dîlana zorba .. û
weke felkên asimana
li dora rawanek .. nefanî
her go dil brîndare
bela bigere ..
gerrek .... nefanî

صورة  Shahgul's
User offline. Last seen 2 سنة 5 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/09/2007

بسم الله ....
Evîndaro bi hêvîme
van çend rêzan tu bixwîne

çend malikan bi evînî
di serê xwed bib û bîne

dil ne hijmar û pîvane
evîn bi merdî tim dane

dibêjim eve rastiya evînê ko mero dêm ji evîndarê xwe re rû geş be dil xweş be û dêm jî di şaştiyê hev de jî bibihire, lê gava ko ew evîndar kesekî sersarbe ji aliyê me ve û evîna mero tiştê dawî be di nav lista wî de belê di vî warî de navê evînê nema li vê evîna han dibe ji ber ew kesê han nema hêja ye ko kes jê hez bike . û zor sipas ji we tevan re .

deme nivîs: di FOXÊ AMÛDÊ de
2009

اللهم صل على سيدنا محمد وعلى آله وصحبه وسلم.

صورة  Derya1988's
User offline. Last seen 11 سنة 43 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 24/07/2009

jı pêşî de ez dızanım
rêka eşqê çı dırêje
mın tu navê
mın tu navê
hek tu agır bo mın vêxe
jı leylavê
wek her cara
mın tu navê
mın tu navê
mın tu navê
heger kındır
lı qırka mın bıgerînın
mın tu navê
heger berka
wek teyrokê
lı sînga mın bıbarînın
mın tu navê
berî mırnê
jı serê mın ew derînın
mın tu navê
tevlî xwînê
dı dılê mın
qet tu carî namırînın
evîna mın bılınd tıre jı sıtêra
evîna mın mezın bûye
dı nav şılfên şûr kêra
hek tu hêsra
bo mın raxe
tu dı gel mın
lı vê jînê nabî zava
bersıva mın her dem eve
mın tu navê
mın tu navê
mın tu navê
hek tu avbe
ez lı jînê nema vedxum
peşkek avê
mın tu na*********vê
*******************************************
sıpas hevela hêja destê te saxbın

لكي تحافظ على أحترامك لنفسك من الأفضل أن تزعج الناس بفعل ما تعرف أنه الصواب على أن ترضيهم بفعل ما تعرف أنه الخطأ.....

صورة  Shahgul's
User offline. Last seen 2 سنة 5 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/09/2007

her bijî xuşka derya birastî raste ko torevanî ne karê her kesî ye û nivîsên te bi xurtî nivîsên torevanin pir zanyarin . zor zor sipas

اللهم صل على سيدنا محمد وعلى آله وصحبه وسلم.

User offline. Last seen 12 سنة 42 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 21/08/2008

hûn her hebin hêjano
bi beşdar bûna we
malper ronî dibê

silavên gulgulî bo we
û derbasbûna we

Ez dîrok im..
Ez deng im..
Ez ziman im ..
Ez qêrîna sed hezar salan im...