RONIYA DILA
li banya ezmanê jor
navê te bi ewra daniya
gulek sipî û sor
weke rûkê te ronya
hêviya min bixwdayê jor
ti winda nebê jiber kanya
limin neger biçavên kor
va min evînek aniya
ez nîzîkim ji te ne dûrim
lê çavê min te nabînin
xweş biner libakûrim
dil û çavêm bi te dinin
roniya dilêm ez te divim
bêje erê jiber qederê
bira libêra te bê herdem
felek û bext tim xaiynin
carna derkev liser bana
roniya xwe bide ezmana
çavê xelkê tarî bûne
rojê me weke şevane
ji xewa dîlî şiyar bibe
ev rastiye lê ne xewne
îro ti jiminre hêviyî
qelen çibê ne girane
vê helbestê jibîrneke
tişta didilde min daniya
heger dilê te pê şabê
bêje erê û sed hêviya
vaye jiber te ez şiyar im
şev û roja dil te divya
heger NA bê limin neger
û nebêje ka ew yar likûiya
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Şiyar Parwar
zor zor xweşe ev peyvên te weşandî li ser vê rûpelê
ez serkeftin ji bo te diwxazim
her bijî ji tere
gelek sipas
لكي تحافظ على أحترامك لنفسك من الأفضل أن تزعج الناس بفعل ما تعرف أنه الصواب على أن ترضيهم بفعل ما تعرف أنه الخطأ.....