Mela Mistefa yê Barzanî
Mela Mistefa yê Barzanî
Mistefa Barzanî (1903-1979) damezrînerê PDK ye.
Berzanî, di 14`ê adara sala 1903`ê de ji dayik bû. Di 1905ê de bi dayika xwe re, ji teref Osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914an de birayê wî tê kuştin. Berzanî di 1931ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dujmin derket pêş. Di 1943an de li mentîqeya Berzan li hemberî dujmin şer bilind kir. Piştî 1945an, diçe Mahabadê. Bi ketina Komara Mahabadê derbasî Soviyetê bû. Mustafa Berzanî, di sala 1958ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de heta xudmuxtariya 1970yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewamkir. Di 1975an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera Kurd a li wir têk çû. Berzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Emerîka dibe û li wir di 1`ê adara sala 1979an de diçe rehmetê.
Girêdan
Gotara Mehmed Dehsiwar "Serokê kurd Mistefa Barzanî (1903–1979)"
sipas hevale henry :wink: