Cudabûn di navbera “Dengfiro$i û “La$firosi çi ye?

2 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 14 سنة 30 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

AVESTA – Di van rojên dawî de di derbarê xwefiroşî û xiyanetê de gellek gotar û nûçe hatin weşandin. Îca me jî xwest ku em behsa têkiliya di nav bera...

“Laşfiroşî” û “Dengfiroşî” bikiin

Dengfiroşî

Di sedsala bihûrî de bi saetan min kanalên kurdî yên “netewî” anko ne yên “xayînan” temaşe dikir, digel ku min pir tişt fam ne dikir. Lê “rihê netewbûnê” yê ku PKK di me de çandibû hîşt ku em van televîzyonan bi eşeqekî mezin temaşe bikin, her wiha ew “giyana netewî” hîşt ku em hemu berhemên Hunerkomê ezber bikin.

Ev bû çend sal min dev ji temaşekirina televîzyonên kurdî berdaye, hindik car diçim serdana kurdekî an jî xwediyê Donerekî û rastî ekranên televîzyonên kurdî têm.

Her wisa hin caran bi riya malperên kurdî agahdar dibim ku programeke hêja heye û mirov dikare bi riya Internetê temaşe bike.

Hevalên min dibêjin ku “rihê netewî” li ba min qels û lewaz bû ye, ji ber ku min dev ji guhdarkirina dengbêjên “Hunerfiroş” berdaye. Gelo ez çibkim?

Êdî bandora dengfiroşan li min nabe, gava dengfiroşek di van salên dawî de peyvên netewî di stranên xwe de dibêje, ez bi hestekî nahesim. Ez dikarim bêjim wek ew hestê ku ez pê dihesîm gava min stranên dengfiroşên ereb dibihîstin, yên ku starnên xwe li ser “hezkirina” Şêrê welat dixwendin.

Dengfiroş ji bo nanê rojane an jî ji bo navdarbûnê, neçar dimîne ku wîjdanê xwe bifroşe ji bo kesekî an jî destgehekî.

Piranya dengfiroşan ji aliyê dewletê an jî ji aliyê destgehên hizbî, olî û siyasî têne xwedî kirin, ev jî îstîqrareke madî ji dengfiroşan re çêdike û dihêle ku karê dengfiroşiyê berdewam bikin.

Laşfiroşî

Tê gotin ku kareke girêdayî jinê ye. Lê niha li gellek welatan êdî jin jî dikarin bi riya klubên şevê an jî bi riya telefonên xwe laşfiroşekî ciwan peyda bikin, keyf û şahiya xwe pê re bikin.

Em werin ser laşfiroşên jin. Ew li ser daxwaza mêran têne afrandin, anko; mêrên ku bi riya zewacê an jî hevjiyandinê baş seksê dikin têr dibin û hewceya wan bi laşfiroşan nayê. Lê mêrên ku naxwazin xwe biwestînin ji bo bidestxistina hevaleke jin, bi saya perê xwe laşfiroşiyê derdixînin holê. Ez bawer im ku jinkeke li cîhanê tuneye ku ev kar bi dilxweşî dike, hemû ji xizaniyê, bindestiyê û feqîrbûnê laşe xwe difroşin.

Ferq jî ev e ku laşfiroş xwedî rûmet û giyane

Kêfa mêran tîne lê kesî naxapîne

Laşfiroş e ne wîjdanfiroş e

Avestakurd – Zinar Ala

[url=http://www.postimage.org/image.php?v=Pq1LhDu0][/url]

User offline. Last seen 15 سنة 17 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 07/09/2007

Bawerim mebesta te ji vê gotarê ew argumentên navbera PKK u hunermendên kurd de ye ,wek Rojin u Nilufer Akbal, li ser
kanala TRT6 a bi zimanê kurdi ji aliyê tirkan ve tê weshanê

Bi ser de ku ez PKKyekî orjînal im u bi hemu hêza xwe disîplê (disciple) rêya Ocalan im
Lê di hin puanan de ez nerîna partî li ser kanalê bi gishtî u hunermendan bi taybetî shash dibînim

ew kanal di warê kulturî de wê bandorek pêshvebirinê li ser kultura
kurdan bike, bi taybeti ziman u civak, u wê derfetên bash bo hunermendan jî bide

Lê di heman demê de wê efektek xerab li ser pskolojiya kesên
xwedi mentalîteyên zeyîf u dal u kesên ol u ayîn giringtir ji berjewendiyên nasiyon u neteweya xwe dibîn in , wê bike

Spas Ala
Ez destê te jor hildigrim bo xebata te

User offline. Last seen 14 سنة 30 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Spas ku we ev şîroveya hêja nivîsand.
Gellek rêz û silav ji bo we birêz Iceman