Kul u kesera kurdan li Suriye VIDYO

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 28 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Karlos rewşa kurdên Surî, bi zimanê baskî, wiha tîne ziman:

“Tê texmîn kirin ku 3 mîlyon kurd li Suriyê hene digel ku ev tişt pir zor e ku were naskirin ji ber ku Şam hebûna vê gelî li ser zemîna Suriyê napejrîne.

Rejîma Esed hemû hewildanên vê gelî ji bo pêşxistina çand û zimanê xwe dixeniqîne. Hemû partiyên kurd, 14 partî, îlegal in, ji ber vê yekê divê ku bi dizî bixebitin.

Di sala 1961 an de 120.000 kurd li Herêma Cizîrê li derveyê hejmartina awarte hatin hîştin, îro ev hejmar digihe 300.000 kes, ne nifûs û ne pasaporta wan heye.”

Dîmen li hemû deverên ku kurd lê dijîn hatine kişandin, vîdyo bi dîmena Beşar El-Esed û hevoka “ Baweriya min bi Suriyê heye” diqede.

Têbînî:

Karlos gelek caran li Suriyê mabû, ew ji ber rewşa trajîk ya kurdên “mektum” anko “bê nifûs” pir dil xemgîn e, her wiha pir diêşe ji ber ku trajediya kurdên Sûrî di medyaya cîhanê de ta niha cih negirtiye.

Hûn dikarin medyaya cîhanê bi êş û kesera kurdên sûrî bihesînin, ne tenê derd û kulê 300.000 kurd belam ya 3.000.000 kurd ku rih û giyana wan roj bi roj tê xeniqandin.

Em hêvî dikin ku hemû kurd ji hemû deverên Kurdistanê di roja Çarşemê de, 10.12.2008, saet 13.00 li pêşiya Brandenburger Tor li Berlînê bicivin.

Werin meşa Berlînê ji Hewlêr, Silêmanî û xaneqînê.

Werin meşa Berlînê ji Seqiz, Sine û Merîwanê.

Werin meşa Berlînê ji Amed , Wan û Nişêbînê.

Werin meşa Berlînê ji bo êşa Qamişlo, Kobanî û Efrînê.

Avestakurd - Zinar Ala

http://www.avestakurd.info/news_detail.php?id=3219