XEWN

2007-03-01

RAMYAR writes, "xewn Ez di xewnêde gihiştim Hilkişîme çûme barzan çûme ser tirba nemir şal û şap wa her li bejnê ikfî û xencer di berde Rûdiniştî ser kevir " Awirên tûj wa li ser bûn Dar çixare her li destan Hêdî hêdî dû dikir Ez di xewnêde gihiştim Hilkişîme çûme barzan çûme ser tirba nemir şal û şap wa her li bejnê ikfî û xencer di berde Rûdiniştî ser kevir Awirên tûj wa li ser bûn Dar çixare her li destan Hêdî hêdî dû dikir Min silavek pir ji dil da Dest li ser çavan mi danî Bo te berzanê nemir Wî dinerî ser hejandî Radiwestî dev li ken got Were xorto were vir çûme nêdîk lê ji sehwê Re,elîbûm ez ji tirsan Lê mi her pirsek dikir Min digotî ma tibû yê Ji mehabad çûbû rûsa Meş dirêjek bo me kir Ma tibû ko piştî qadî Ceneralê bi nav û deng Yê ji rûsa çû misir Ma ne tibû ko serokan Ser tewandin bo te her dem Bo te wan teqdîr dikir Ne cemalbû ko li misrê Tû gihiştî wî li wêrê Ezgeya kurdî vekir şoreşa êlûn li dar da Li serê qasim û arif Ta gihiştî ser bekir Ma ne tibû du hikûmet Balefir û top û tengan Wan tu çare tê ne kir Herifandî latan li ser Leşkerê dijmin ji jorê Yanjî bermîlên kevir Zîvirandin pir bi xap Tû li cengan wa dilîstî Hinde fanos pêve kir Wî dinêrî ser hejandî Nabihîzim çi dibêjê Herdû çavan fire kir Zîvirîbû pir bi ahîn Wî digotî ey kurê min Hinde tişt mi jibîr nekir Yek ji wanaye helebçe Ya bi kîmawî heriftî şeş hezar kes lê dimir Yekjî kerkûka dilane Xaneqîn ta bighe şingal Wanjî dil mexmûr dikir Ji kurê midyen bipirse Tû bipirse şah li kû ma Kûve revya li kû mir Bêje seddam şet li kû ma Setelaytan tû bibîne Ala rengînjî li vir Min digotî bavê kurdan Raze dil xweş raze bê xem Vaye nêçîr his dikir Bavê birûsk qamişlo li sala 2002



Re: XEWN

spas bo te mamoste........gotinin xweş û delalin.........spas

ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.