Aram Dîkran

5 ردود [اخر رد]
User offline. Last seen 10 سنة 17 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 23/07/2006

Aram Dîkran

Aram Dîkran
Aram Dîkran (Aram Melîkyan, 1934) hunermedekî ermenî ye ku bi kurdî distre.

Gotareke ser Aram Dîkran:

Gotineke bav û kalan heye ku wiha diêje:"Tenê deng û huner dimînin û nemirin". Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşê mamosta Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tejî êşiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cima´eta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelalê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand.

Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û ...hwd her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.

Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tejî soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û e´gîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û netewa kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê emeknasî û famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje: "Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurdî bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Emekê wan li ser min pir e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwîşik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdîa ye ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihînî ez di mala xwe de xwedî kirim û piştre ez şandim Binxetê (Başûrê Kurdistanê yê biçûk), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê emeka wan qet ji bîra neken. Bi stranên xwe zimanê kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û emeka wan ticarî ji bîra neke...".

Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala 1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyê dijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariya Ehmedê Gogê û Xelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda naken. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava derya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê derya bê bin de bû hosta û şehrezayekî pispor. Elbete Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û Ermeniyan dikirin.

Rêbaz(istîl)a hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana Bilbilo nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê Kurdî li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana "Keçê ji bona te ez dînim" bibhîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?!

Stranên Hey lo lo delal, şev çû, çiyayê Gabarê, Zîlan, Diçim-diçim, bi hesreta Êrîvanê, çil-çil kezî, ey welato em heliyan, Elmasa min ji dersê tê, ax dê û bavê me û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.

Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya e´rdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya Kurdî û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û emeknasî û ... tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin. Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwîndingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava aştî û biratiyê de bijîn.

Dema ku ji sala 1915´an û pêde genosîda li dijî gelê Ermenî (cîranên Kurdan yên dîrokî) bi destûra nifşparêzên Emperatoriya Osmanî destpêkir, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Moxûlan li ber çavên wan birayên wan bikujin.

Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hissên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamosta Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje:" Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê me´irîfet û ya du-duyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehişt ku ez zû êxtiyar bibim û min hertim xwe di nava gel de dît..."

Aram hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.

Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamostayê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmetek bilinde. Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tejî hiss û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurdî û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966´an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985´an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî. Sala 1990´an hat Ewropa û heya niha wek penaber li Ewropa jiyana xwe didomîne.

User offline. Last seen 10 سنة 10 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 27/03/2006

شكراً

User offline. Last seen 17 سنة 14 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 08/07/2006

سباس دمممممممممممممم
كلللللللللللللللللللللللل :wink:

User offline. Last seen 10 سنة 17 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 23/07/2006

وي هلا كولفان

User offline. Last seen 10 سنة 17 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 23/07/2006

باينتو ما حدا بيحب يقرة باللغة الكردية

User offline. Last seen 14 سنة 36 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 26/08/2006

:lol: