جكر خوين ( ceger xwîn)

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 8 سنة 44 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 09/12/2007

C E G E R X W Î N

Hostayê edebiyata kurdî Seydayê Cegerxwîn ê mezin, îsal dibe sed salî. Cegerxwîn di edebiyata kurdî de pir roleke mezin dilîze. Wî di jiyana xwe de gelek berhem, afirandin û eserên giranbiha ji gelê kurd re bi cih hîştine. Cegerxwîn di jiyana xwe de li ser her tiştî nivîsiye. Ez bawer dikim, tiştên Cegerxwîn di jiyana xwe de dîtine û bihîstine yên ku ne nivîsîne tune ne. Li ser aştî, azadî, dostanî, wekhevî, welatparêzî û biratî, li ser jiyanê, li ser têkoşînê, li ser bindestiya gelê kurd, li ser beg û axayên li Kurdistanê, ku gelê me paşverû hîştine, li ser karker û cotkaran, li ser şaîr û hozanên kurdan, li ser dewlemendên bêasil, li ser cografiya Kurdistanê, li ser dîroka Kurdistanê, li ser çiya û banî, zinar, daristan û gulên Kurdistanê, li ser zimanê kurdî û dewlemendiya zimanê kurdî û hînbûna zimanê kurdî, li ser folklor û stranên kurdî, li ser yekîtiya kurdan, li ser evînê û li ser têkoşîna gelên bindest di cîhanê de jî gelek şîr û helbest nivîsine. Cegerxwîn di hinek helbestên xwe de pir nerm e, bi hesret û keder e, di hinek helbestên xwe de bi gazinc û hawar e, di hin helbestên xwe de bi derd, kul, keder, ax û zar e û di hin helbestên xwe de jî pir bi hêrs e û stemkar e. Ew bi nermiya xwe, bi hesret û kedera xwe, bi gazî û hawarên xwe, bi derd, kul, keder, ax û zarên xwe, bi hêrs û stemkariya xwe, her dem bi gelê xwe re bûye. Cegerxwîn li her çar parçeyên Kurdisanê geriyaye û di têkoşîna gelê me de her dem bi wan re bûye û bi helbest û afirandinên xwe kêşeya gelê me aniye ziman. Bi rastî ne hedê min e, ku ez hostayê mezin Cegerxwîn binirxînim. Lê ji ber ku îsal sedsaliya Cegerxwîn e, dixwazim çend helbestên Cegerxwîn bidim nasîn û bi vî awayî Cegerxwînê mezin bi bîr bînim û serê xwe li ber wî bitewînim. Ez pir serfiraz û sebilind im, ku min di hebûna Cegerxwîn de di sala 1981ê de li bajarê Bremena, Almanya di şahiya NEWROZÊ de ew dît û destê wî maçî kir. Cegerxwîn di sala 1984an, roja bîst û dudiyê meha dehan de (22,10,1984) li Siwêdê çû ser dilovaniya xwe. Lê ewê di dil û jiyana gelê me de wekî deryayekê, wekî hozanekî heta hetayê bimîne. Mirov nikare Cegerxwîn bi çend gotin û meqaleyan bîne ziman. Bi rastî divê di pêşrojê de li ser jiyan û hemû helbest, afirandin û nivîsên Cegerxwîn kar û xebateke pir berfireh û akademîk bê çêkirin, da ku gelê me û zarokên me xezîneya ku Cegerxwîn ji me re bi cih hîştiye baştir nas bike. Cegerxwîn di helbesteke xwe de jiyana xwe bi kurtasî dide naskirin û wiha dibêje:

Sala hezar û nehsed û sê ez hatime dinyayê,
Bi navê Siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê.

Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê,
Jîna xwe min diborand, paşê ji wê me da rê.

Bavê min ê rîsipî xwedî mirov û rûmet,
Ne mirovekî malgenî bi namûs û bi xîret.

Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda,
Hatin Amûda rengîn bavê min zû emir da.

Diya min a belengaz pêncî salî dilovan,
Salek piştî bavê min ew jî li wî bû mêvan
(Ji Dîwana Yekem, r. 261)

Hesar gundekî Mêrdînê ye. Ji dest feqîriyê malbata Cegerxwîn ji wê derê tên Amûdê, Kurdistana Sûriyê û demekê şûnde bavê wî û dayîka wî diçin ser heqiya xwe. Navê Cegerxwîn Şêxmûs e, navê bavê Cegerxwîn Hesen e, Hesen kurê Mihemed, Mihemed kurê Mehmûd, Mehmûd jî kurê Elî ye. Elî ji nav Qurtelan ji gundê Pêkendê hatiye nav Dekşûriyên gundê Hesarê. Cegerxwîn zarotiya xwe li cem xwîşka xwe Asiyayê maye û îdareya xwe bi şivantî û cotkariyê kiriye û her wiha jî jiyana xwe berdewam kiriye. Cegerxwîn li Amûdê ji 18 saliya xwe şûn de li cem meleyan dest bi xwendina olî (dînî) dike. Di medreseyan de gelek tiştan hîn dibe û şûnde bi eserên Ehmedê Xanî û Melayê Cizirî mijûl dibe, pêre dest bi nivîsandina helbestan dike û melayetiyê jî li gundekî Kurdistana Sûriyê dike. Cegerxwîn bona yekîtiya kurdan wiha dibêje:

Gelî kurdan ji xew rabin werin carek temaşa kin;
Yekîtî qenc e, pir baş e, di Kurdistanê de peydakin.
(Ji Dîwana Yekem r. 46)

Cegerxwîn di helbestek xwe de, di derheqê zimanê kurdî û qîmeta zimanê kurdî de wiha dibêje:

Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye milet hîç kesek bê ziman

Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî ziyan

Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî
Eger baş nizanî divê zêdekî

Elîfba û dîwan û ristan bixwîn
Heta ko wekî min nebî dil bi xwîn

Binêre zimanê te çend dewlemend
Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund

Bibêhne çi şêrîn e ev reng ziman
Çi payebilind û çi rûmetgiran

Bi pirsê xwe nazik, bi dengan sivik
Ne pirsek biyanî bî nabî girik

Tu paqijke zarê xwe şêrîn bike
Bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike
(Ji Dîwana Zend-Avista r. 79)

Cegerxwîn di helbestek xwe de, bi gazî û hawar e û wiha dibêje:

Heval, ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im
Ez nizanim çi bêjim
Ez daxwaza Xanî me
Rewşa neqşê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim
Arê dilê Cizirî
Tava tora Herîrî
Ez nûjen im bi pirî
Ez nizanim çibêjim
Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çibêjim
(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 28)

Cegerxwîn di helbestek xwe ya pir dirêj de qala qelsî, qelaşî û hovîtiya dijmin dike û wiha dibêje:

Bibin weke saziman
Emê çêkin Kurdistan !
Lê ev xapên eşkera
Nakevin serê kera
Şah jî dostê Barzanî
Lê Barzanî pê zanî ;
Şeş milyon kurd li Îran
Winda dibin bê ziman
Şah serbestî nadî wan
Nadî me çekên giran
Ko em dijmin bişkênin
Welat tevî bistênin
Kurdên xwe nakî milet
Çawa me bikî dewlet !
Dijmin hemî wilo ne
Elo ne, yan Silo ne
Hemî divên xwîna me
Kesek navê jîna me
Divên ko me veşêrin
Di nav xwe de bihêrin
Navê me tev guhertin ;
Da bibêjin ne Kurd in
Lê bizane, ey neyar !
Zivistan çû, tê bihar
Ew giyayê bin kevir
Şîn tê rojek diçî der
Bijîn kurd û Kurdistan !
Nema dibin kolistan !
(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 80)

Cegerxwîn di helbestên xwe de li ser evînê jî wiha dibêje:

Pir xweş e pir xweş
Ev dinya pir xweş e
Yar pal daye ser min
Rû wek gula geş e
Lêv ji gulên sor in
Maçan pev digorin
Lêvên hev dimijin
Tîna dil dikujin
(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 132)

Evîn wekî saza dil e
Nalîn û awaza dil e
Xweş vîn û daxwaza dil e
Ahî ji destê te evîn
(Ji Ronak Dîwana 4’a r. 158)

Mebê na, nazenîna min
Were ey lêvşirîna min
Li min xweş ke birîna min
(Ji Dîwana sisiyan r. 235)

Gelek helbestên Cegerxwîn li ser jinên kurd û qehremaniya jinên kurd hene û ji wan helbesta bi nav û deng a Leyla Qasim e. Leyla Qasim keçeke kurd e û li başûrê Kurdistanê di sala 1952’yan de hatiye dinê. Wê bi têkoşîna xwe ya bi qehremanî ya li dijî rejîma Iraqê di dilê gelê me de cihekî pir bilind girtiye û bûye sembola canfîdayiya keç û jinên Kurdistanê. Leyla Qasim ji aliyê rejîma Bexdayê ve di 12.05.1974an de hat xeniqandin. Cegerxwîn ji bo Leyla Qasimê wiha dibêje:

Şêr, Şêr e, mêr yan jin e
Nîşan bi dest, Leyla min e
Pola ye dil wek asin e
Leyla kî ye ?
Leyla jin e.
Leyla min e
Leyla min e...
Leyla min e, Leyla welêt
Wê dil li min kir ar û pêt
Mizgîn li kurd roja me têt
Dijmin ji tirsan maye şêt
Leyla kî ye ?
Leyla jin e.
Leyla min e
Leyla min e...
Stêr ji ezman hate xwar
Zer bûn li min bax û bihar
Rabin ji xew ey xwendewar !
Tev mêr û jin bibne şiyar
Leyla kî ye ?
Leyla jin e.
Leyla min e
Leyla min e...
Helbesteke Cegerxwîn ya bi navê Qadî Mihemed pir bi nav û deng e. ORDÎXANÊ CELÎL di pêşgitina xwe de ya bona Dîwana 7an HÊVÎ, ji bo vê helbestê wiha dibêje: “Cegerxwîn helbesteke xwe pêşkêşî bîranîna serokê şorişa Kurdistana Îranê Qazî Mihemed kir”:

”Xakî Kurdistan bi qurban, pir ciwan û paqijî,
Xwîn rijandin pir kurê te wa li her alî rijî,
Miletê kurd ta ko sax e ew ji vê rê nagerî,
Aferî, aferî,
Qadî Mihemed aferî”.
CASIMÊ CELÎL di pêşgotina xwe ya bona Dîwana 6an ŞEFAQ de Cegerxwîn bi vî awayî dinirxîne: “Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê şîrin li herçarterefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavayê, ji şimalê hetanî canûbê nava xwendevanên kurdan xweş eyan e. Şîerêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurdaye nû bişkivî nivîsarê şayîr bi devkî hîn dikin, bîr û bawariya xwe, miletperwariya xwe bi wan şiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarek, li kû şiêrêd hilbestvanê kurda yî nav û deng neêne xwendinê.”

CELADET ALÎ-BEDIRXAN di pêşgitana xwe ya bona Dîwana Yekem de, ji bo Cegerxwîn wiha dibêje: “Seyda ji şûrê ji kalên kişandi bû, bera pûl û latên întiqadên batil û xurafeyan dida, şerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ko dar dixwarin digeriya. Ew kurmên ko seydayê Xanî berî sê sed salî pêş me kirine”.

QEDRÎ CAN di pêşgitana xwe ya bona Dîwana Yekem de, ji bo Cegerxwîn wiha dibêje: “Qîmeta şehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmanek şêrîn û şe’bî tewş bûn û zerara wan nîşan kiriye”.

OSMAN SEBRÎ di pêşgotina xwe ya bona Dîwana Duyem SEWRA AZADÎ de, ji bo Cegerxwîn wiha dibêje: “Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de î rast û durust e. Ewçend rast û durust ku, di riya welat û welatiyên xwe de singa xwe ji zîvarî û belangaziyê re vekiriye”

HAMÎD DERWÊŞ di pêşgitana xwe ya bona Dîwana Sêyem KÎME EZ de, ji bo Cegerxwîn wiha dibêje: “Cegerxwîn bi rast û xebata xwe, xwest rengekî gelêr (şa’bî) bidê tevgera kurd, û bivî awayî ban temamên qorên (tebeqên) millet kir, da ko bi hevre bi yek destî rabin û welatê xwe rizgar bikin”.

Helbesteke Cegerxwîn ku pir bala min kişandiye, ev helbest, rexne ye û her dem munasibê rojevê ye jî. Cegerxwîn di vê helbesta xwe de KOMA MILETA (UNO) (Neteweyên Yekbûyî) rexne dike û gilî û gazinên xwe arasteyî wan dike. Heta ku Neteweyên Yekbûyî ‘NY’ (Koma Miletan) kêşeya gelê kurd hilnede rojeva xwe û jêre çareseriyekê nebîne, divê ev helbest her dem bê gotin.

KOMA MİLETA

Welatê kurda tev xêr û bêr e,
Hemî maden e tev ziv û zêr e,
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.

Welatê kurdan hemî çîmen e,
Egîd û şêr û piling tê hene,
Hemî haval û pismamên me ne.

Pêş li dinyê du dewlet hebûn,
Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn,
Tirk û tazî û ecem tune bûn.

Em ne tazî ne, ne tirk û rom in,
Xwedan paşan e, leşker û kom in.
Îro wêran in bin destê bûm in.

Xelkê em kuştin, avêtin çeman,
Begler û paşa di nav me neman,
Koma miletan eman û eman.
Koma miletan ma qey tu ker î,
Çavê te kor e tû l’ me nanerî,
Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî.

Koma miletan hûn polperest in,
Derheqê me de hûn qewî sist in,
Dijmin bi dostî em îro xistin.

Gunhê me çi ye bo çi dey nakî,
Pirsê ji halê me kurdan nakî,
Em kêm ketine tu me ranakî.

Ev ne huryet e, kotek û zor e,
Lê hûn dizanin dinya bi dor e,
Çerxek li jêr e çerxek li jor e.

Xewa me nayê, em qet ranazin,
Em ji we dikin hêvî û gazin,
Em jî heqê xwe her dem dixwazin.
Te em xapandin civata rengîn,
Ji destê te em giş bûne xemgîn,
Ne ez bi tenê tev bûn Cegerxwîn.
(Ji Dîwana Yekan r. 125)

PROF. Û ZIMANZAN QANATÊ KURDO (Bi kurtasî li ser jiyîna Qanatê Kurdo divê çend gotinan bibêjim da ku xwendevan jî baş bizanin, ku Qanatê Kurdo kî ye. Ji ber ku ezê di pêşerojê de bi firehî li ser Qanatê Kurdo bisekinim. Ez naxwezim di vê gotarê de pir bi dirêjî li ser jiyan û afrandinên wî binîvîsim. Qanatê Kurdo bi xwe ji hêla Qersê ye û li gundê Sûsizê hatiye dinê. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de malbata wî, mala xwe ji ber şer bar dikin û diçin Ermenistanê. Malbata Qanatê Kurdo bi xwe kurdên êzîdî ne. Ew li Ermenistanê dixwîne û di sala 1928an de ji bo xwendina xwe ya bilind diçe Lenîngradê û xwendina xwe li wir diqedîne. Ew dibe Prof. û zimanzan. Ji edebiyata kurdî re gelek xizmetên giranbiha û delal dike û di sala 1985an de diçe ser dilovaniya Xwedê. Eser û berhemên Qanatê Kurdo ev in: 1. Gramatîka Zimanê Kurdî, 2. Zimanê Kurdî, 3. Gramatîka Zimanê Kurdî ser qinyatên Kurmancî û Soranî, 4. Tarîxa Edebyata Kurdî, 5. Ferhenga Rûsî Kurmancî (35 hezar kelîme) û Ferhenga Rûsî Soranî (30 hezar kelîme) û yên din.) di pêşgotina DÎWANA Cegerxwîn a 5an de, Cegerxwîn, şîir û helbestên wî, bi zimanekî pir baş, ilmî û delal dide naskirin. Ev DÎWAN di sala 1981ê de li STOKHOLM’ê di nav weşanên “ROJA NÛ” de hatiye weşandin. Qanatê Kurdo bi zimanê xwe yê delal di derheqê Cegerxwîn de di pêşgotina xwe ya 29 rûpelî de wiha dibêje:

“Cegerxûn bi reng û rûyê xweva, bi nivîsarên xweva wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilinde;sedan sed sal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li ciyê xweda bi tîk, qaym û berk mane, Cîgerxûn jî li hunerweriya xweda, li bîr û bawara xweda bi qaym serbilin û serfiraz maye û li riya xweda her diçe û diçe.”

”Cegerxûn bi rewşa xweva, bi efrandinê xweva, bi ramana xweva behra bê berî û bê biniye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û binaznbe çi di behrêda heye. Bona wê yekê divêt meriv noqvanê zana be û pispor be”

”Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paşwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna şêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek şayîrên dinyayê bi navdar, şûreşgir û demoqratên niha danaxwe. Eger şêr û helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku şayîrekî wusan mezin, pêşkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê Cegerxûn ferîx û kubar be.”

”Her şêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav dil û hinavê wî, ji kuraniya dilê wî, ji hiş û aqilê wî gihîştî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê”

Min ev gotin ji nav pêşgotina QANATÊ KURDO hilbijart. Lê ez dixwazim vê pêşgotinê bi tevahî ji we xwendevanên hêja re bidim naskirin, ji ber ku gotinên QANATÊ KURDO pir bi zanîn û bi ilmî ne.

“Meha avgûstê sala 1980î, ji Stokholmê serwerên kovara kurdî ”Roja Nu” dîwana çaran ya şaîrê me yê ezîz Cegerxûn ji min re şandibû, ku ez pêşgotinê bo wê binivîsim. Serwerên wê kovarê nivisîbûn: ”Em û mamosta Cegerxûn li wê ramanê bûne yek, wekî di destpêka vê pertokêda pêşgotina te mamosteyê mezin hebe.

Em hîvîdarin, ku tu ji mera ser vê efrandinê bîr û bawariya xwe ango dîtina mîna pêşgotinekê bi rê kî”

bavê aryan