Ayunr di festîvalên Spanyayê de * Foto û Vîdyo

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 31 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

Avesta – Ev bû cara sêyemîn di vê salê de ku Aynur ji bo festîvalên spanî tê vexwendin. Cara yekmîn hatibû Festîvala “Womad” (Cîhana Mûzîk û Bazdanê) li bajarê Cáceres.

Piştre, Hunermenda kurd hatibû vexwnadin bo festîvala Madrîda Çeleng. Avesta di derbarê vê beşdarbûnê de nûçeya Aynur stêrka herî geş di Festîvala “Madrîda Çeleng” de bû (Vîdeo) weşandibû.

Ayunr vê carê hatiye “Las Islas Canarias” anko Giravên Kanaryayê yên ku li Atlantîkayê li hember Sahraya rojava dikevin. Îro danê hêvarê Aynur dest bi beşdarbûna xwe di vê festîvalê de kiribû û siba bi şevê wê konsertek li dar xîne û Giravên Kanaryayê bihejîne.

Eger hûn bala xwe bidin cilên Aynurê, hûn ê bimeyzînin ku keça kurd pir pêwistiyê nade çêkirin û kirîna kincan, Aynur bi eynî van kincan di gelek konsertan de beşdarbûye.

Femo li beşdarbûna Aynur di festîvala Womad ya bajarê Cáceres de temaşe bikin.

Dîsa li Herêma Katlunyayê Aynur konsertekî li darxistuibû, lê agahiyên berfereh bi dest me neketin ji bo em zanbin eger konsert ya vê 2008an an jî yê sala buhrî ye. Fermo li strana ku li ser mêrê cahîl (nezan) hatiye çêkirin temaşe bikin.

Amadekirin: Zinar Ala


hereVIDYO